Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Egîd Amed (Fatih Arar) ê di 10’ê Mijdarê de li bajarê Helebê û şervanên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Qeder Efrîn (Yûsif Mamo) ê 13’ê Mijdarê di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Xezaiyê de û Feyad El-Umer ê di 14’ê Mijdarê de li herêma Şehbayê gihiştin şehadetê.
Konvoya oxirkirina cenazeyê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrîn bi beşdariya sedan welatiyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, û saziyên leşkerî destpê kir.
Girseya ku wêneyên şehîdan û alên YPG, Ceyş El-Siwar bilind rakirin berê xwe dan Goristana Şehîd Seyedo.
Her wiha welatiyên navçeya Cindirêsê jî li ser rê konvoya cenaze pêşwazî kirin û beşdarî konvoyê bûn. Dema ku konvoy gihişte goristanê şervanên YPG û YPJ merasîmekî leşkerî li dar xist.
Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm axivî û ji malbatên cangoriyan re sersaxî xweset. Ebdo Îbrahîm got ku van şehîdan tişta herî giranbuha û nirx jib o gel û xaka xwe dan. Îbrahîm destnîşan kir ku welatiyên herêmê dagirkeriya Tirkiyeyê red dikin û rênadin ku derbasî herêmên wan bibe.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê Asya Ebdo jî anî ziman ku ew ê ji bo pêkanîna armancên şehîdên xwe hemû tişta ku dikevin ser milên wan bikin. Asya wiha got “Xwîna ku ev ax av daye, qebûl nake ku çeteyên dagirker ên Tirkiyeyê werin dagir bikin.”
Piştî axaftinan Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a navçeya Cindirêsê Ruha Hesen nasnameyên her 3 lehengên azadiyê xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyên her 3 şervanan bi dirûşûm û di nava tilîliyan de hatin definkirin.