Qeyûm li Şaredariyên Mêrdîn û Sêrtê hatin bicihkirin

Wezareta Karên Hundir a Tirk, qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Sêrtê kir.

Wezareta Karên Hundir a Tirk danê vê sibehê daxuyaniyek weşand û diyar kir, qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Sêrtê hatine tayînkirin.

Di daxuyaniya wezareta tirk de hat gotin, "Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Serokê Şaredariya Sêrtê Tûncer Bakirhan ê hat girtin, bi biryara 16.11.2016'an a Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatine girtin. Wezareta Karên Hundir; Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman weke Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Alîkarê Waliyê Sêrtê Ceyhûn Dilşad Taşkin jî weke Wekîlê Serokê Şaredariya Sêrtê wezîfedar kiriye."

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat tayînkirin, polîsên Tirk danê sibehê dor li avahiya şaredariyê girtin û dest bi lêgerînê kirin.