Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaplan li Edeneyê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Kaplan (Bahtiyar Amed) ê li bejahiya Şemzînanê jiyana xwe ji dest da û piştî 6 mehan cenaze radestî malbatê hate kirin, li Edeneyê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Kaplan (Bahtiyar Amed) ê li bejahiya Şemzînanê jiyana xwe ji dest da û piştî 6 mehan cenaze radestî malbatê hate kirin, li Edeneyê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Kaplan (Bahtiyar Amed) ku li Şemzînanê di şerê 5'ê Hezîranê de tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin, piştî encamdana testa DNA, radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaplan anîn Goristana Kuçukoba ya li navçeya Seyhan a Edeneyê.
Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Kaplan hat veşartin.


