'Divê ciwan ne tenê leşkeriya TC, tevahiya sîstemê red bikin'
Du gerîlayên HPG'ê, ku yek jê piştî leşkeriyê û yê din jî berî leşkeriyê tevlî nava refên gerîla bûn, bang li ciwanan kirin: "Divê her kes xwedî li vê têkoşîna me derkeve, ku em ji bo hemû gelên cîhanê dimeşînin."
RÛKEN CEMAL / JIYAN AMARGÎ
BEHDÎNAN / ANF
pêncşem, 17 sermawezê 2016, 09:04
Du gerîlayên HPG'ê, ku yek jê piştî leşkeriyê yê din jî berî leşkeriyê tevlî nava refên gerîla bûn, bang li ciwanan kirin: "Divê her kes xwedî li vê têkoşîna me derkeve, ku em ji bo hemû gelên cîhanê dimeşînin. Girîng e li ber sîstemê rabin û di nava refên têkoşînê de bibin yek."
Bi dehan ciwan, piştî leşkeriya Tirk an jî berî leşkeriyê tevlî refên gerîla dibin. Du ji van ciwanan jî Bawer Dersîm û Dilgeş Serhat in. Her du gerîlayan sedema tevlîbûna xwe ya li nave refên gerîla, kiryarên li leşkeriya dewleta Tirk li ciwanên Kurd tên kirin û mîsyona ciwanan a di pêvajoya heyî de ji ajansa me re nirxandin.
'DI KÊLIYA DESTPÊKÊ DE EZ POŞMAN BÛM'
Bawer Dersîm ê ji Mêrdînê ku ji neçarî çû leşkeriya Tirk û hê di kêliya destpêkê de poşman bû, piştî qedandina leşkeriyê tevlî nava refên gerîla bû. Gerîla Dersîm, ku li gundê Çalişkan ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê leşkerî kir, qala wê demê kir: "Leşkeriya Tirk, ne mîna ew dibêjin bi dilxwazî ye. Ji mecbûrî ye. Ne dilxwzî ye. Ji ber ku eger li Tirkiyeyê tu leşkeriyê neke ya tu yê bi qaçaxî bijî, yan welêt biterikîne yan jî tu yê leşkeriyê bike. Bi sed hezaran ciwan, tevî ku naxwazin jî ji neçarî leşkeriyê ji TC re dikin. Ez bi xwe jî ji neçarî çûm leşkeriyê. Baş tê bîra min; dema nû çûm leşkeriyê fermandar hat û xwest, leşkerên nû derkervin pêş. Em 13 kes bûn, bi gavekê me xwe dan pêş. Di nava me de bi tenê leşkerek Tirk bû. Yên din hemû ciwanên Kurd bûn. Fermandar li me vegeriya û got, 'dibe ku hûn niha li vir bin, lê ez ji we bawer nakim. Hûn hemû li pêş çavên min terorîst in'. Ev heqaretên xwe piştre jî dewam kir. Ez hingî pê hesiyam ku bi hatina leşkeriya TC'yê min şaşitiyeke çiqasî mezin kiriye. Di wê kêliyê de ket hişê min ku cihê divê ez lê bim, refên gerîla ye."
HAT NAVA GERÎLA
Dersîm da xuyakirin, ku di dema leşkeriyê de ji ber ku ew Kurd bûn, fermandarên leşkeriyê ji wan ditirsiyan, lewma bi her awayî heqaret li wan dikirin û got, "Tevî ku di dema leşkeriyê de em di bin kontrola wan de bûn jî, ji ciwanên Kurd ditirsiyan. Halbûkî kontrol di destê wan de bû. Yê bêparastin em bi xwe bûn. Tevî vê yekê jî ji ber Kurdbûna me, ji me ditirsiyan û bi ti awayî ji me bawer nedikirin.
Eger ji me ditirsiyan, êdî bifikirin bê çiqasî ji gerîla ditirsiyan. Baş tê bîra min; dengekî ji derve dihat tirseke mezin dixist dilê leşkeran. Her ku dengek dihat, dest û lingên wan li hev digeriyan û digotin 'hatin, gerîla hatin'. Gelekî ji gerîla ditirsiyan. Ji ber ku her gerîla canbexşê gel û welatê xwe ye. Di nava arteşa Tirk de gelo canbexşek hatiye dîtin? Na. Lê belê di nava gerîla de bi hezaran hene. Bi hezaran ciwan amade ne ji bo welat û gelê xwe canê xwe bibexşînin. Ji ber ku ew leşkerên dilxwaz in. Ew evîndarên azadiyê ne."
POLÎTÎKAYA KUŞTINA BIRA BI DESTÊ BIRA
Dersîm da zanîn ku di nava artêşê de polîtîkayên qirêj li ser ciwanên Kurd tên meşandin û bi giranî li herêmên şer leşkeriyê bi ciwanên Kurd didin kirin. Dersîm got, "Bi giranî ciwanên Kurd tevlî operasyonê dikirin. Leşkerên Tirk gelekî zehmetî dikişandin. Min bi xwe gelek caran dît, ku digiriyan û sixêf li bav û kalên xwe dikirin. Ti ji wan bi dil nehatibûn leşkeriyê. Ji ber ku wan leşkeriyeke bi vî rengî, şerekî bi vî rengî qebûl nedikirin. Wan baş dizanîbûn ku mirovekî nikaribe xwe biparêzin, nikarin welat û gel jî biparêzin. Lewma ciwanên Kurd dişandin herêma şer. Bi vî awayî dixwestin li herêma şer bira bi destê bira were kuştin."
Dersîm bang li ciwanên Kurd kir, ku li dijî Erdogan ê dîktator û rejîma faşîst, li dijî sîstema qirêj bibin yek û tevlî refên têkoşînê bibin.
'NEDIBÛ KU EZ BIBIM LEŞKERÊ MÊTÎNGERIYÊ'
Dilgeş Serhat ê ji Qersê jî, piştî ku di salên 2010-11'an de bang lê hat kirin ku biçe leşkeriyê, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Sedema neçûna leşkeriyê û tevlîbûna xwe li nava refên gerîla wiha vedibêje: "Ti carî min nexwest leşkeriyê ji TC re bikim. Min timî ji xwe dipirsî, ku divê ji kê re leşkeriyê bikim. Em Kurd in û li Kurdistanê dijîn. Li ser axa xwe ya ku ji aliyê dijmin ve hatiye dagirkirin, gelo dibû ku min ji dijmin re leşkerî bikira? Ev nakokî timî bi min re hebû. Lewma weke ciwanekî Kurd, min çûyîna leşkeriyê exlaqî nedidît. Di destpêkê de min xwest reda wijdanî ragihînim. Min hinekî lêkolîn kir. Ji bo reda wijdanî bike, divê bi qasî du salan tu li saziyek dewletê bixebite. Min ev jî qebûl nekir. Ya ku min qebûl nekir ne tenê leşkerî bû. Min sîstema dewleta TC qebûl nekir. Min serî li ber nêzîkatiyên faşîzan rakir. Lewma eger leşkerî bihata kirin, diviyabû li nava refên PKK'ê bihata kirin."
'WÊ LI KURDISTANÊ TÊK BIÇIN'
Serhat da zanîn, bi dehan ciwanên Kurd di dema leşkeriya Tirk de bi îdîaya 'întixar an jî qezayê' hatine kuştin û got, "Ez bawerim, eger ez çûbûma leşkeriyê min ê hin nêzîkatiyên wan qebûl nekiribûya û wê mîna bi dehan ciwanên Kurd ez jî bikuştina. Arteş bi her awayî ciwanên Kurd dişîne mirinê. Ya, j ber ku sîstemê, neheqiyê qebûl nake dikuje, yan jîj i ber ku Kurd e dişîne cihê şer lê giran e û dide kuştin. Îro jî piraniya leşkerên li ser sînor şer dikin, ciwanên Kurd in. Yên mayî jî zarokên gel ên xizan in."
Serhat destnîşan kir, ku wî sîstema dewleta Tirk qebûl nekiriye, lewma tevlî nava refên gerîla bûye û got, "Li ser sînor ku şer lê giran e, em ji bo her parçeyên Kurdistanê têdikoşin. Ji wan heye ku bi ser ketine, lê zivistanê di berxwedana bajaran de têk çûn. Di 15'ê Tîrmehê de îtibar bi leşkeran re nehiştin û têk çûn. Wê niha jî li çiyayên Kurdistanê têk biçin.
'BILA CIWAN LI ŞÛNA REDA WIJDANÎ, SÎSTEMÊ BI XWE RED BIKIN'
Li her çar aliyên Kurdistanê êrîşên giran tên kirin. Di demeke bi vî rengî de yekane tişta divê ciwan bikin, tevlîbûna li nava refên têkoşînê ye. Ji reda wijdanî bêhtir, lazim e ciwanên Kurd yekser sîstemê red bikin. Ji ber ku em ji bo azadiya welatekî, azadiya gelekî têdikoşin. Ev têkoşîna me hemûyan e. Ev red reda zilmê ye."