13 siyasetemdarên li Dersîmê hatin binçavkirin wê bibin dozgeriyê
13 siyasetmedarên li Dersîmê hatin binçavkirin, ku Hevşaredarên Dersîmê jî di nav de ne, li cem polîs mafê bêdengmanê bi kar anîn. 13 kes ji bo îfadeyê wê bibin dozgeriyê.

Di serdegirtinên malan de îro Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bul, Endamê Meclîsa Şaredariyê Cemîla Ataş, Nûnera DÎSK’ê ya Dersîm Şukran Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Murat Polat, Hevserokê Bajêr yê HDP’ê Aslan Çag, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ekber Kaya, rêveberê bajêr ên HDP’ê Huseyîn Dagdevîren û Yaşar Agin, Serokê EMEP'ê yê Bajêr Mûstafa Taşkale û nûnerê BES’ê yê Dersîmê Mûsa Kiliç û Hakan Kavut ê ESP’yî hatibûn binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin wergirtin siyasetmedaran li cem polîsan îfade nedane û 13 kesan wê derxînin edliyeyê.
Li ser dosyayê biryara xefkirinê heye, hate gotin ku ji ber sedema ku girtina hevserok, wekîl û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê şermezar kirine hatine binçavkirin.