Komeleyên li Amedê: Em ê gel bi tenê nehêlin

Nûnerên komeleyên li Amedê yên ji aliyê AKP'ê ve hatin girtin dan xuyakirin, ku ew ê karê xwe bi berxwedanê bikin û gotin, "Eger pêwîstî pê hebe, em ê bi gelê xwe re saxiyên nû yên rêxistinbûyî ava bikin."

Komeleyên li Amedê yên bi fermana AKP/Qesrê hatin girtin, daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP bi pêkanînên faşîzan jiyan li welêt herimandiye û hat gotin, "Komeleyên mohr li deriyên wan hatin xistin, bi sed hezaran mirovan temsîl dikin û di nava civakê de cihê xwe hene. AKP dixwaze rewşa rêxistinî ya civakê ji hev bixîne."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, komeleyên hatine girtin gelek xizmetên ku karê dewletê bi xwe bû kirine, jin li dijî dewletê û mêr parastine/birêxistin kirine, mirovên xaniyên wan hatine xerakirin rakirine ser piyan, hewl dane çand û zimanê dihat tinekirin, bidin jiyîn.

'EM Ê GEL NEXIN NAVA LEPÊN WE'

Daxuyaniya hevpar bi vî rengî dewam kir:

"Bi girtina van saziyan re hûn dixwazin welê li gel bikin, ku nikare hilmê bistîne. Bi girtina van saziyan re hûn dixwazin li pêşberî zilm û zextê serî li gel bidin tewandin. Di dawiya dawî de jî bi serî li vî gelê ku teslîm nebûye, bidin tewandin.

We rêyeke din ji me re nehiştin; em ê li dijî zilmê mafê xwe yê berxwedanê bi kar bînin, em ê li ber xwe bidin!

Em ê vî gelê mezlûm û dilsozê têkoşîna xwe, di nava leplên we de nehêlin.

Li her qadê, eger pêwîstî pê hebe em ê saziyên xwe yên nû yên rêxistinbûyî tevî gelê xwe ji nû ve ava bikin.

SAZIYÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

Sazî û komeleyên mohra xwe danîne binê daxuyaniya hevpar :

MEYA-DER
TUAD-DER
TUAD-FED
GOÇ-DER
KURDÎ-DER
DIYAY-DER
KOMELEYA ROJAVA
SARMAŞIK
CEREN KADIN
SELÎS
KJA
MHD
KHD
DÎCLE FIRAT
OGC