Gerîlayên HPG’ê Çagrici û Kocaoglu spartin axê
Gerîlayên HPG’ê Serhad Cagrici û Ugur Kocaoglu ku di êrîşa hewayî de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê ji bo rêwitiya dawî hatin birêkirin.
Gerîlayên HPG’ê Serhad Cagrici û Ugur Kocaoglu ku di êrîşa hewayî de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê ji bo rêwitiya dawî hatin birêkirin.
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Serhad Cagrici (Amed Hewraman) û Ugur Kocaogşu (Egîd Amed) ku li Dêrsimê di encama bombekirina balafirên şer û helîkoptêrên artêşa Tirk de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn, li Meletî piştî ku cenazeyên wan ji hêla malbata wan va hate naskirin, ji bo ku werin veşartin anîn Amedê. Darbestên Cagrici û Kocaoglu piştî ku li goristana Yenîkoy ya Baxlarê pêdiviyên dînî hatin bicihanîn, li ser milan, bi çepik û lîlandinan anîn ber gorê. Ceneza bi duayan hatin veşartin.
Wekîlê Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Abdullah Eflatûn piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û got, kesên ku jiyana xwe ji dest dayin wê her di dilê wan de bijîn û wiha domand, ‘’Heta niha dihate gotin kêr giha hestî. Ji niha û şûn de kêr di hestî re diçe. Em doza wan kesan ku di vê rêkê de jiyana xwe ji dest dane, bidomînin.’’
Polîsan nehiştin ku l Goristana Yenîkoyê merasîm were çêkirin û gef li malbatên gerîlayan xwarin. Polîsên ku bi çekên xwe ketin nav goristanê heta ku cenaze hate veşartin jî girse dorpêç kir.
Li Mala Şînê ya Temîra wê taziyeyên Çagiricî û Kocaoglu werin qebûlkirin.