Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Rêvan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
ANF
WAN
çarşem, 16 sermawezê 2016, 12:54
Gerîlaya YJA Starê Rêvan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) ku heftiya çûyî di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku morga Akkopruyê cenazeyê wê hate standin, birin Şehîdgeha Yenî Mahalle. Di dema merasîna me cinaze de rêveber û hevserokên bajêr ên DBP’ê, wekîlên HDP’ê yên Wan, şaredar û rêveberê navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê, Însîyatîva Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA’yê amade bûn.
Piştî rêzgirtinê û duayan di merasîmê de Wekîla HDP’ê yê Wanê Beîa Ozgokçe Ertan axivî û got, Kurd bi berdêlên giran ber bi azadiyê ve diçin. Ozgokçe diyar kir bi polîtîkayên zextê dewlet wê ti tiştekî bi dest ve neyîne û got, ‘’Gelê me gelek caran ev ispat kiriye’’
BAVÊ BARIŞTIRAN: MEŞA ME YA AZADIYÊ WÊ BERDEWAM BIKE
Bav Fadil Bariştiran jî got, gelê Kurd wê têkoşînê geş bike û wiha dom kir, ‘’Gelê me îro careke dî li şehîda xwe xwedî derketiye. Ez gelekî deyndarê gelê xwe me. Bila serê gelê Kurd sax be, meşa me ya azadiyê wê berdewam be.’’