Gerîlayê HPG’ê Onar ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Diyar Onar ê ku li Dersîmê di bomberdûmana hewayî de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Êlihê ji hêla bi sedan kesî ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin.
Gerîlayê HPG’ê Diyar Onar ê ku li Dersîmê di bomberdûmana hewayî de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Êlihê ji hêla bi sedan kesî ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Diyar Onar (Serxwebûn Şiyar) ê ku li bejahiya Dersîmê bi komek hevalên xwe re di bomberdûmana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û ji bo veşartinê anîn Êlihê.
Cenaze ya ku li gundê Gincika ji hêla bi sedan kesî hat pêşwazîkirin, bi konvoyekê ve heta Goristana Asrî ya Êlihê hat birin. Darbesta Onar a bi alên kesk, sor û ser pêçayî li ser milan heta gorê hat birin.
Piştî rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreş û azadiyê, cenazeyê Onar bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hat veşartin.