Gerîlayan li leşkerên derketin operasyonê dan: 9 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Şemzînanê li leşkerên Tirk ên derketin operasyonê dan. Di encama çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û encamên operasyonan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk roja 14'ê Mijdarê li qada Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketin operasyonê û roja 15'ê Mijdarê hêzên gerîla bi çekên ferdî û bombeyan li mintiqeya Kaniya Şîrîn li leşkeran dan.

Di vî şerî de ku bi qasî 2 saetan dewam kir, 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li vê derê gerîlayekî me yê bi lehengî şer kir, şehîd bû."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li qada Gola ya heman herêmê, bi çekên giran li dijî leşkeran çalakiyek hatiye lidarxistin, lê encama nehatiye zelalkirin. 

Di şeva heman rojê de gerîla bi çekên ferdî û giran li baskekî artêşê xist û li vir 3 leşker hatin kuştin. Hat gotin, artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky 4 caran mirî û birîndarên xwe rakiriye.

Navenda Ragihandinê da zanîn, ku li girê Xwedê jî roja 15'ê Mijdarê şer derketiye û agahiyên li ser vî şerî, dema zelal bûn wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Roja 15'ê Mijdarê jî gerîla bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Oremarê xistin, lê encamê vê çalakiyê jî nehat zelalkirin.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kemînên artêşa Tirk ên li herêma navbera gundên Îkîzce û Avkamasiya yên Şirnexê û hat gotin, "Artêşa TC di heman demê de hewl dide şivanên li van gundan bikin sîxur. Lazim e haya gelê me ji van hewldanan hebe. Yên ku bi vî karî rabin û li ser tevgera hêzên me agahiyan bidin dijmin, wê hedef bên girtin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, operasyona artêşa Tirk a roja 13'ê Mijdarê li qada Apê Mûsa ya navçeya Licê hat destpêkirin, roja 15'ê Mijdarê bi rengekî têkçûyî qediya.

Li ser operasyona artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Xolxol a Çewlikê jî hat gotin, artêşa Tirk roja 14'ê Mijdarê ketine geliyê Qir û roja 15'ê Mijdarê jî agir berdane herêmê û xwe vekişandine.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, li Mêrdînê maşînên kar ên şîrketa bi navê Dargeçît Beto, dema beton dibirin ji qereqolê re hatine sekinandin, wesayît hatine şewitandin û ajokar piştî ku hat hişyarkirin, hatiye berdan.