Xezeba Firatê paqijkirina herêmê didomîne

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, gundê Tiwêlia ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervanên ji bajarokê Eyn Îsa bi rê ketin, gundê Tiwêlia yê bi 16.5 kîlometreyan li başûrrojhilatê bajarok e girtin û ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên ji bajarokê Silûkê bi rê ketin, bi 6 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanan dor li gundên Xinêz û Suls Xinêz ên bi 28 kîlometreyan li rojavayê Qenteriyê ne girtin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê heta niha bi 28 kîlometreyan bi pêş ve çûne.