NÛ BÛ II

Hevşaredarên Sêrt û Dersîmê hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl û Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malan. Hevşaredarên Dersîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ê Bajêr Arslan Çag, Hevserokê DBP’a Bajêr Mûrat Polat, Nûnerê BES ê Dersîmê Mûsa Kiliç, Serokê Partiya Kedê (EMEP) ê Bajêr Mûstafa Taşkale, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Alî Ekber Kaya, rêveberên HDP'ê Huseyîn Dagdevîren, Yaşar Agin, Hevseroka Şaxê DÎSK'ê Şukran Yilmaz, endama Meclîsa Şaredariyê Cemîle Ataş, Berdevkên Aştiyê Aysel Dogan û Hakan Kavût hatin binçavkirin.

Tê gotin, hevşaredar û siyasetmedar ji ber çalakiyên girtina dikanan û daxuyaniya çapemeniyê yên ji bo şermezarkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, hatine binçavkirin.

BAKIRHAN JÎ HAT BINÇAVKIRIN

Li Sêrtê jî polîsên Tirk avêtin ser mala Hevşaredar Tûncer Bakirhan. Piştî lêgerîna li malê Bakirhan binçav kirin.

Polîsên avêtin ser avahiya Şaredariya Sêrtê, li avahiyê lêgerînê dikin.