YPG'ê hêzên xwe yên li Minbicê tevlî hemleya Reqayê kirin
Fermandariya Gîştî ya YPG’ê îlan kir ku ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişînin û tevlî hemleya Xezeba Firatê dibin.
Fermandariya Gîştî ya YPG’ê îlan kir ku ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişînin û tevlî hemleya Xezeba Firatê dibin.
Fermandariya Gîştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku piştî wan erka xwe ya rizgarkirina Minbicê û perwerdekirina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi dawî kirin, ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişînin û tevlî hemleya Xezeba Firatê dibin.
Daxuyaniya Fermandariya Gîştî ya YPG’ê wiha ye:
“Hêzên me bi destekdayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û alîkariya Koalîsyona Navnetewî, di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar, gundewar û tevahî gelên Minbicê ji zordestiya DAIŞ’ê rizgar kirin.
Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, yekîneyên me bi alîkariya Koalîsyone Navneteweyî, hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde kirin. Niha ev hêz bûne xwedî saziyên leşkerî û ewlekariyê û dikarin gelên Minbicê ji hemû xeteriyên li ser bajar biparêzin.
Piştî ku hêzên me yên li bajarê Minbicê rola xwe di rizgarkirina bajar û sivîlan de gihandin dawî, em îro radigihînin ku hêzên me ji Minbic vekişiyane rojhilatê çemê Firatê, ku tevlî hemleya rizgarkirina bajarê Reqa “Xezeba Firatê” ya ku hatiye îlankirin bibin. Em bawer in ku hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikarin bi erka xwe ya parastina Minbicê rabin.
Di heman demê de em spasiya gelên Minbic ên qehreman bi hemû pêkhatiyên wê yên hembêza xwe ji şervanên me re vekirin dikin. Di heman demê de, eger pêwîstî hebe, em hazir in li ser banga gelên Minbicê herin herêmê û wan ji xeteriyê biparêzin.”