BI DÎMEN

Pîre: Dewleta Tirk hêzeke dagirker e ku bê destûr ketiye nava herêma Kurdistanê

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Pîre: Eger Tirkiye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibûya, wê şer ne tenê li Mûsilê biqewimiya. Kurdistan wê bibûya qada şerê navbera hêzên navneteweyî û herêmî.

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Sadî Ahmed Pîre got, "Eger Tirkiye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibûya, wê şer ne tenê li Mûsilê biqewimiya. Kurdistan wê bibûya qada şerê navbera hêzên navneteweyî û herêmî."

Pîre li se mijarê ji ANF'ê re axivî.

Pîre da xuyakirin, ku li Iraqê çiqas komên etnîkî û baweriyan hebe, hemû li Nînova, li Mûsilê hene û destnîşan kir, ku Nînova prototîpa Iraqê ye.

'EM NAXWAZIN HERÊMA ME BIBE QADA ŞERÊ DEWLETÊN HERÊMÊ'

Pîre diyar kir, beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê dewleta Tirk ji bo cih di nav de bigire zext dikir û got, "Bêguman em li ber vê rabûn. Me got, di rewşeke bi vî rengî de wê Îran jî were û tevlî bibe. Lê em naxwazin cihekî li nava herêma Kurdistanê mîna Mûsilê, her wiha cihekî li kêleka herêma Kurdistanê bibe qada şerê navbera dewletên herêmî. Lewma me nexwest dewleta Tirk tevlî bibe. Ji xwe hebûna hêzên dewleta Tirk a li wir, li dijî qanûnan e. Dewleta Tirk hêzeke ku bi rengekî bê destûr ketiye nava xa herêma Başûrê Kurdistanê.

HÊZÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Sadî Ahmed Pîre li ser hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê ev agahî da: "Niha sê hêzên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Hêza yekemîn li Bamernî ye. Ev hêz di dema Saddam de li dijî pêşmergeyan li vir hat bicihkirin. Hêza li vir li dijî PKK'ê li herêmê ye.

Hêza duyemîn, di Nîsana 2014'an de ji aliyê herêma Kurdistanê ve hat anîn. Di wê demê de terorîstên DAIŞ'ê êrîşî herêma me dikirin û me li dijî vê yekê bi taybetî bang li dewleta Tirk nekir, me banga alîkariyê li hêzên cîhanê kir. Lê ev bang jî ne bangek ji bo hatina hêzên bejahî bû. Bangên bi giranî ji bo şêwirmendiyê bûn. Banga ji bo perwerdeya çekan a ji aliyê kesên pispor bû. Weke min got, me ji bo hêzeke ji bejahî ve şer bike, bang nekir.

Hêza sêyemîn jî hêza leşkerî ya Tirk e ku anîne Başîka. Ev hêz bi rengekî neqanûnî û bê destûr hatiye herêmê. Ew hêz, di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji destpêkê heta roja îro tevlî ti şerî nebûye. Tirkiye hebûna leşkerên xwe yên li vir dike bahane û pereyan ji dinyayê berhev dike. Dibêje, qaşo li dijî DAIŞ'ê şer dike."

'RIZGARKIRINA MÛSILÊ JI BO EWLEKARIYA KURDISTANÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

Pîre diyar kir, hebûna DAIŞ'ê li Mûsilê gefeke li dijî herêma Kurdistanê û got, "Mûsil ne sînorê kendava Basra yan jî cihekî din e. Ew sînorê herêma Kurdistanê ye. Lewma divê Mûsil, Hewice derhal bên rizgarkirin. Ev yek ji bo ewlekariya Kurdistanê gelekî girîng e."

Sadî Ahmed Pîre destnîşan kir, ku heta Mûsil dagirkirî be, wê aramî neyê welêt û got, "Ewlekarî û aramiya Mûsilê tê wateya ewlekarî û aramiya Iraqê."

Li ser gefên dewleta Tirk ên êrîşa li dijî Başûrê Kurdistanê jî Pîre ev nirxandin kir: "Êrîşa li dijî Kurdistanê ne bawerim ji bo dewleta Tirk ewçend hêsan be. Ji ber ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, mêzîna dewleta Tirk û Erdogan xera bû. Li dijî gelê Rojava, YPG'ê û li derdora Heleb, Cerablûsê dest bi êrîşan kiriye. Halbûkî em bînin bîra xwe, dema DAIŞ li Girê Spî cîranê dewleta Tirk bû, dewleta Tirk ev yek rojekê jî nexist rojevê. Kengî şervanên YPG'ê ew der rizgar kirin, wê çaxê dewleta Tirk rabû got, gef li ewlekariya wê tê xwarin û mijar xist rojevê."

'POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK ZERARÊ DIDE TIRKIYEYÊ Û TEVAHIYA HERÊMÊ'

Pîre da zanîn, dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hê bi xewn û xeyalên Osmanî radibe û got, "Qala Mîsakî Mîlî dike. Hê jî xeyala Mûsilê dibîne. Dixwaze Helebê, Reqa, Mûsilê bike wîlayetên dewleta Tirk. Ev gelekî xetere ye. Di serî de xetere li ser dewleta Tirk e, piştre li ser herêmê ye. Lazim e dewleta Tirk zanibe ku bi vî mejî li Rojhilata Navîn siyaset nayê meşandin. Aktorên li herêmê amade ne bi dewleta Tirk re têkiliyê deynin. Lê belê kes qebûl nake ku dewleta Tirk bikeve nava hewldanên berfirehkirina sînorên dewleta xwe. Divê dewleta Tirk biv ê baş zanibe."

'NE BAWERIM DEWLETA TIRK KARIBE OPERASYONEKÊ LI QENDÎLÊ BIMEŞÎNE'

Têkildarî veguhestina hêzên leşkerî li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û gotinên 'wê dewleta Tirk li Qendîlê opeasyonê bike', endamê Polîtburo ya YNK'ê Sadî Ahmed Pîre wiha axivî: "Ez ne bawerim ku dewleta Tirk karibe operasyonekê li Qendîlê bimeşîne. Nikare vê li Başûrê Kurdistanê bike. Li gorî xala 10. a Destûra Bingehîn a Iraqê, eger êrîşek ji derve li dijî Başûrê Kurdistanê were kirin, wê hikûmeta navendî ya Iraqê dest bi parastina vê herêmê bike. Hat dîtin, ku em çawa bi hev re li ber êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Iraqê û herêma Kurdistanê rabûn."

'PKK JI HER DEMÊ BÊHTIR XURT E'

Pîre da xuyakirin, ku eger derdê dewleta tirk PKK be, divê bi PKK'ê re hevdîtinê bike û bi rêya muzakereyê çareser bike.

Ahmed Pîre destnîşan kir, ku li ti devera cîhanê pirsgirêkên bi vî rengî bi şer çareser nebûye û got, "Ev 30 sal in dewleta Tirk li dijî PKK'ê bi mîlyonan dolarî pere xerc kir. PKK îro ji her demê bêhtir xurt e."

'SERKETINA KURDAN BI YEKÎTIYA WAN VE GIRÊDAYÎ YE'

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Sadî Ahmed Pîre di dewama axaftina xwe de got, "Kurd neteweyek e. Ev sînorên hatine xêzkirin, ne sînorên me ne. Ji xwe dewleta Tirk timî qala hurmeta li sînor dike, lê yê ku bêhurmetiyê li sînoran dike ew bi xwe ye."

Li ser mijara yekîtiya neteweyî ya Kurdan Pîre got, "Di şerê Kobanê de bi dîtina min ev mijar zelal bû. Hat fêhmkirin ku Kurd dema li herêmê bûn yek û di eniyeke hevpar de gihîştin hev, hingî dikarin bi ser bikevin. Kurd bi vî rengî dikarin bibin xwedî hêzeke ku karibe wan biparêze."