Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Gamze Erol li ber stran û dirûşman hat veşartin

Ji gerîlayên HPG'ê yên li Dersîmê di bomberdûmanê û şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Gamze Erol bi merasîmeke girseyî li navçeya Pertaxê li ber stran û dirûşman hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Gamze Erol (Ceylan Bawer), piştî ku li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat teşxîskirin, anîn Mala Cema li gundê Avşeker ê li navçeya Pertaxê. Tevî parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu bi hezaran kes li ber Mala Cem li hev civiyan û tevlî merasîmê bûn. Jinan bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin", cenazeyê darbesta Erol ji morga Mala Cem derxistin, hildan ser milan û anîn cihê merasîmê. Li vê derê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre Dayik Ayla Erol nameya keça xwe ya di dema dibistana navîn de nivîsandibû, xwend. Bav Huseyîn Erol jî got, ji keça wî wêdetir ew hevrêya wî ye. Herî dawî jî Alîcan Onlu axivî û got, "Hevrêyên Zarîfeyan, Sakîneyan, neviyên Seyîd Rizayan dijîn. Em li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Jinan piştre darbest hildan ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Ji Sakîne heta Ceylanê jin jiyan azadî", "PKK gel e gel li vir e" û "Şehîd namirin" anîn mala malbatê. Piştî ku heq lê hat helalkirin, girseya darbest hilgirt ser milan û bir goristana gund.

Li ser daxwaza dayika Erol, darbest bi betaniya Erol a berî tevlî nava HPG'ê bibe li ser xwe wer dikir, hat pêçandin û bi vî rengî hat veşartin. Hevalên Erol gora wê bi qurnefîlan xemilandin. Hevalên wê li ser gora Erol stranên ku wê jê hez dikir gotin û merasîm qedandin.