'Êrîş ji ku tê bila bê, em ê li ber xwe bidin'

Şervanên YBŞ'ê yên Şengalê diparêzin: Di dema ku hinek direviyan de çawa ku me bi canê xwe ev gel parast, li dijî her şêwe êrîş û dagirkeriyê, em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin.

Şervanê YBŞ'ê Şengal Tolhildan da xuyakirin, ku berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê wê bi ser bikeve û got, "Bi komkujî û girtinan wê nikaribin pêşî li têkoşîna gel bigirin." Tolhildan bal kişand ser girtina parlamenter, siyasetmedar û hevşaredarên Kurd li Bakurê Kurdistanê û got, "Divê dewleta Tirk vê baş zanibe; gelê Bakurê Kurdistanê gelekî berxwedêr e ku serî natewîne û teslîm nayê girtin. Belê, bi tank û topan êrîş kirin, mirovên sivîl li nava kolanan kuştin, zarok li pêş çavên dayikan kuştin, nehiştin ku dayik cenazeyên zarokên xwe yên li naverastê rakin, lê belê gelê me ev sond xwariye; serê me jî jê bikin, em ê rûmeta xwe teslîm nekin."

Tolhildan diyar kir, ew ê ti carî dest ji ax û nasnameya xwe bernedin û li dijî her şêwe zilm û zordariyê, welatê xwe biparêzin.

Tolhildan destnîşan kir, ku weke şervanên YBŞ'ê û civaka Êzidî ew ji dil û can vê sekna bi rûmet a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê silav dikin û her tim bi wan re ne.

'YÊN LI DIJÎ GELÊ KURD DERKEVIN, WÊ YBŞ'E LI HEMBERÎ XWE BIBÎNIN'

Tolhildan bibîr xist, ku bi dehan fermanên Osmaniyan nekarî Êzidiyan tine bikin û ev nirxandin kir: "Em ê îro jî li dijî xwediyên heman zîhniyetê li ber xwe bidin û nehêlin ku Çiyayê Şengalê yê pîroz were dagirkirin. Dewleta Tirk lîstikên xwe yên gemarî li Başûrê Kurdistanê jî didomîne. Dixwaze cih û warên Êzidiyan Başîkayê dagir bike. Ji bo DAIŞ'ê rizgar bike û pêşî li pêngava azadiyê ya Êzidiyan bigire, hewl da bikeve nava pênava Mûsilê û pêşî li tevlîbûna YBŞ'ê bigire. Dagirkeriya dewleta Tirk a li her bihosteke axa Şengalê û Başûrê Kurdistanê, êrîşeke mezin li dijî rûmet, namûs û hebûna me ye. Ji ber vê yekê, divê gelê me û hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê nekevin nava hesabên biçûk ên siyasî û bi rengekî dijwar li ber vê dagirkeriyê rabin. Dixwazin hilweşîn, komkujî û dagirkeriya li Bakur kirine, li Başûrê Kurdistanê jî bikin."

Şervan Tolhildan da xuyakirin, ku eger deng li dagirkeriya li Başîkayê neyê kirin, wê hêên Tirk sibe cihên din jî dagir bikin û got, "Gefê li gelê me dixwin, dibêjin qaşo wê nehêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn. Mebesta wan ew e ku Şengal û Êzidî ji rêya azadiyê vegerin, mîna koleyan bimînin û serî li ber nokerên wan bitewînin. Dibêjin 'naxwe em ê dest li Şengalê werdin'. Çawa ku me destûr nedan çeteyên DAIŞ'ê û axa xwe teslîm nekirin, dagirkeriya Tirk jî di nav de êrîş ji kê tê blia were, YBŞ wê weke hêza berxwedanê ya civaka Êzidî li dij derkeve. Êrîşkar wê YBŞ'ê li hemberî xwe bibînin. Divê êdî gelê me ji xwe bawer be û ne li bendê be ku hêzeke ji derve were û wan rizgar bike. Divê pişta xwe nespêre hêzên derve. Ji bilî me, kesekî me rizgar bike nîne. Divê xwe perwerde, zane, rêxistinbûyî bike û xweparastinê xurt bike."

Tolhildan destnîşan kir, ku çawa pêşiyên wan li ber Osmaniyan serî netewandin û bi rûmeta xwe şer kirin, ew jî li ser şopa wan e û got, "Em ê nehêlin Çiyayê Şengalê yê pîroz were dagirkirin. Lazim e gelê me jî hêza xwe bike yek. Tevlî nava YBŞ û YJŞ'ê bibin û van hêzan mezin bikin. Em ê bi hev re Şengalê ji dagirkeran, ji çeteyan paqij bikin û azad bikin."

'YÊN SERÎ NATEWÎNIN DIBIN MÎNAK JI ME Û HEMÛ MIROVAHIYÊ RE'

Şervanê YBŞ'ê Botan Qîranî diyar kir, gelê Bakurê Kurdistanê bi berxwedana xwe dibe mînak ji wan re û rûmeta mirovahiyê diparêze.

Qîranî berxwedêr silav kir û êrîşên li ser siyasetmedar nûnerên gelan ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Qîranî di şexsê Selahattîn Demîrtaş de hemû berxwedêrên li zîndana silav kir.

Qîranî got, "Di dema herî zor û zehmet de gelê Bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojava û Şengalê. Roj ew roj e ku em bi gel û berxwedana Bakurê Kurdistanê re tevbigerin."

Qîranî da zanîn, dagirkeriya Tirk hewl dide bi destê Kurdên noker li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe û bi vîrengî têkoşîna azadiyê ya gelan bitesîne.

Qîranî got, "Beriye her kesî divê gelê Başûrê Kurdistanê li ber vê dagirkeriyê rabe û destûrê nede karên qirêj ên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê. Lazim e ev were zanîn; dagirker, çete û xayin êrîşên xwe çiqasî giran bikin bila bikin, wê nikaribin pêşî li serketin û şoreşa me bigirin. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin berxwedana me bişikînin û nikaribin pêşî li azadiya Şengalê bigirin. Bersiva pêwîst wê ji niha û pê ve jî were dayîn."

'DAGIRKERÎ Û XIYANET WÊ BI SER NEKEVIN'

Şervanê YBŞ'ê Barzan Şengal jî destnîşan kir, ku dema Kurdistanî bûn yekwicûd wê serketin misoger bibe.

Şengal di destpêka axaftina xwe de berxwedana gel û nûnerên Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Em ê welatê xwe yê ku ji aliyê dijmin ve bi rêbazên qirêj hatiye dagirkirin, bi berxwedaneke bi heybet paqij bikin."

Şengal diyar kir, heman dek û dolab bi rengên cuda li gelemperiya Kurdistanê tên gerandin û fermanên berê yên li ser gelê Kurd rabûn, bibîr xist.

Şengal got, "Lê em êdî mîna berê ji hev parçe nînin. Em ê nehêlin ku mîna berê bi rêya xayînan encamê bigirin. Lewma berxwedan û gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bi tenê nînin. Rojava, Şengal, Başûr û Rojhliat bi wan re ne. Em têkoşîneke hevpar dimeşînin. Li dijî heman zîhniyet û dijminî, li dijî heman xiyanetê şer dikin."

Şengal diyar kir, hewl tê dayîn heman plan îro li Başûrê Kurdistanê bi destê xayînan bi cih were anîn û got, "Lê divê her kes zanibe, heta şervanekî azadiyê yê vî gelê bimîne, em ê nehêlin ev lîstikên qirêj bi cih bên. Dixwazim bang li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bikim: berxwedana li dijî vê dagirkeriyê mezin bikin. Piştgiriyê bidin têkoşîna li Bakur, Rojava û Şengalê. Dema em bûn yekwicûd em ê hingî karibin bi ser bikevin."