Hejmara duyemîn a 'Ozgur Gundem Zîndan' derket

Rojnameya 'Ozgur Gundem Zîndan' ku ji aliyê girtiyên jin ên li Girtîgeha Mêrdînê ve tê amadekirin, hejmara xwe ya duyemîn weşand. Rojname bi baldarî tê şopandin.

Rojnameya 'Ozgur Gundem Zîndan' li dijî girtina rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê girtyên jin ve tê derxistin. Hejmara duyemîn a rojnameyê gihîşt ber destê xwendevanan. 

Rojname ji nivîsên girtiyên jin ên bi destan hatine nivîsandin û ji wêneyên bi destan hatine çêkirin, pêk tê. Yek ji nivîskarên rojnameyê jî edîtora JINHA'yê Zehra Dogan e ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin.

Di rojnameyê de rûpelên Jin, Polîtîka, Forûm, Civak Jiyan, Rojane, Ciwan, Çand Huner û Ekolojî hene.

Di rojnameyê de her wiha nivîsên gelek nivîskaran jî hene.

...