KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê 2 şervan ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Gelê Kantona Efrînê cenazeyên du şervanên ku li Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, oxir kir. -
Komaleya Alimên Olî jî hat mohrkirin
Li Êlihê DA-DER (Komaleya Alimên Olî) jî bi biryara Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de hat mohrkirin. -
Li Îdirê rêveberên DBP û HDP’ê hatin binçavkirin
Rêveberên DBP-HDP’ê yên Îdîrê ji hêla polîsên Tirk di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. -
Ji bo şervanê YPS’ê Çîçek wesayîta cenaze nayê dayîn
Wesayîta cenaze ya ku ji bo cenazeyê şervanê YPS’ê Nezîr Çîçek bigihêje goristana Yenîkoyê ya li Amedê hatibû xwestin ji hêla qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê desteser kiriye hat redkirin. -
Di Xezeba Firatê de pêngava yekem serkeftî bi encam bû
Di pêngava Xezeba Firatê de ku ji bo azadkirina Reqayê ji Eyn Îsa û Silukê mîna du xetên cuda ber bi başûr ve dewam kir, şervanan qad bi temamî ji çeteyan paqij kirin û her du xet li ava Belizê gihandin hev. -
Li Gimgimê qeyûm hat protestokirin
Bi qeyûman ve desteserkirina Şaredariya Gimgimê hat protestokirin. -
Aldar Xelîl: Ji ber artêşa Tirk, Heleb di metirsiyê de ye
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku bi nêzbûna artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji Babê re, Heleb dikeve metirsiyê. -
Şaxa MEYA-DER a Êlihê hat girtin
Şaxa MEYA-DER a Êlihê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê De hat girtin û deriyê wê hat mohrkirin. -
YPG: Dewleta Tirk zarokek şehîd xist û 6 welatiyên sivîl jî birîndar kirin
YPG’ê diyar kir ku 10’ê Mijdarê artêşa Tirk bi çekên giran êrîş biriye ser xaka Rojava-Bakurê Sûriyê û di encama êrîşa artêşa Tirk de zarokek şehîd bûye û 6 sivî birîndar bûne. -
Ji çapemeniya Tirk minaka berovajîkirina rastiyan
Mahmut Otkun ê duh li ber Qeymeqamiya Pirsûsê bedena xwe da ber agir, navê birayê xwe yê li Girtîgeha Osmaniye girtî ye qêriyaye û bedena xwe daye ber agir. Lê çapemiya Tirk wekî gotibe "Ez birçimê birçî" nîşan da. -
Li dijî qedexeya li Dersîmê doz hat vekirin
Ji bo betalkirina biryara Walîtiya Tûncelî ku hemû çalakî û daxuyaniyên li bajar û navçeyan qedexe kir, Baroya Dersîmê doz vekir. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Kirdar şîn hat danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Nazan Kirdar a ku di şerê Gever-Çelê de jiyana xwe ji dest da, li Serêkaniyê şîn hat danîn. -
Li Colemêrg û Şirnexê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Şirnex û Colemêrgê çalakî lidarxistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin. -
Li Elezîzê 11 siyasetmedar hatin girtin
Ji siyasetmedarên Kurd ên li Elezîzê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin. -
Dayika Oral: Bi fermana Erdogan kurê min birîndar kirin
Dayika zarokê 5 salî Habîl Oral ê ku duh polîsan bi wesayîta zirxî bi giranî birîndar kirin Şirîn Oral nerazîbûn nîşan da û got, kurê wê bi fermana Serokkomar Erdogan hatiye birîndarkirin. -
YPS'ê kuştina qeyûm li xwe girt
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê kuştina Mûhammed Fatîh Safîturk ku weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê hat tayînkirin, li xwe girt. -
Leşkerên Tirk bi vî rengî ji ber gerîla direvin
Hêzên gerîla, ku zêdeyî li bejahiya navçeya Çelê ya Colemergê bênavber çalakiya dikin, derbên giran li artêşa Tirk dixin. Çalakiyên ku hema her roj gerîla dikin kete ber kamerayan. -
Di pêngava Xezeba Firatê de 2 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê 2 gund û 2 stasyonên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û gundê El-Hîşe dorpêç kirin. -
Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên danê sibehê li Êlihê avêtin ser malan, 5 kes binçav kirin. -
Li Şirnexê sercerdevanek hat binçavkirin
Li bajarokê Sêgirkê sercerdevanê bi navê Alîhan Babat hat binçavkirin. -
Şaredariya Gimgimê jî bi rêya qeyûm hat desteserkirin
Qeymeqamê Tirk ê li Gimgimê Mehmet Nûrî Çetîn, weke qeyûm tayînî Şaredariya Gimgimê hat kirin. -
Cezayê kuştina Kazanhan 3 sal girtîgeh e!
Serokê Baroya Amedê Ahmed Ozmen 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê yê li kujerê Nîhat Kazanhan hat birîn nirxand û diyar kir, polîsê kujer Mehmet Nûr Bakî Goçmez wê li gorî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî (BHQ) de piştî 3 salan bê berdan. -
YPG'ê êrîşa DAIŞ'ê şikand: 6 çete hatin kuştin
YPG'ê bersiv da êrîşa DAIŞ'ê ya li herêma navbera Malha û Mekmenê. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin. -
Xweranegirtina qeyûm li cenazeyên HPG'yiyan
Cûmalî Atîlla ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bû, dest li goristanan jî werda û ferman dar ku ji bo rakirina cenazeyên HPG'yiyan wesayîta cenaze neyê şandin. -
Cenazeyê Karaz hate birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Ahmet Karaz ku 3-4’ê Mijdarê li Dersîmê di encama bombekirina Geliyê Pîlemûrî de jiyana xwe ji dest dayî, ji hêla malbatê ve cenazeyê wî hate standin û ber bi Amedê ve birin.