Li Gimgimê qeyûm hat protestokirin
Bi qeyûman ve desteserkirina Şaredariya Gimgimê hat protestokirin.
Bi qeyûman ve desteserkirina Şaredariya Gimgimê hat protestokirin.
Piştî Hevşaredara Navçeya Gimgimê ya Mûşê Sabîte Ekîncî hat girtin, Qeymeqam Mehmet Nûrî Çetîn wek qeyûm hat tayînkirin. Li dijî vê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP’a Bajêr Farûk Ûygûr destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm ne xwedî bingehekî hiqûqî ye.
Ûygûr ragihand ku wê vî qeyûmê tayînkirî nas nekin.