Cenazeyê şervanê YPS’ê Nezîr Çiçek ê bi nasnav Rêzan Farqîn ku li Taxa Fabrîka di serdegirtina malan de şehîd bibû ji hêla malbat û rêveberên MEYADER’ê ve hate xwestin ku ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê were girtin û li Goristana Yenîkoyê bê definkirin. Girseya ku ji bo cenaze bigre sekinîbû, agahî girt ku wê wesayît neyê.
Li ser rewşê Hevseroka MEYADER’ê Ayşe Dîcle axivî û got, “Malbat tê mexdûrkirin. Ev kiryar derveyî exlaq e. Êşkenceyê hem li malbatê hem jî li cenazeyê dikin. Derdora me bi polîsan ve hatiye dorpêçkirin û li hember vê jî sekneke bi hêrs heye.”
Malbat, li ber nexweşxaneyê rawestandina xwe didomîne.