YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên di bin Koalîsyona Sûrî de yên bi ser Rojava-Bakurê Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku artêşa Tirk zarokek şehîd xistiye û di heman demê de jî 6 sivîl birîndar kirine.
Daxuyaniya fermî ya Ragihandina YPG’ê wiha ye:
ÊRÎŞÊN DAIŞÊ YÊN BI SER ROJAVA DE
‘’9’ê Mijdarê saet 14.00’an çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi maşînekî teqemenî barkirî êrîşî gundê Mekmen a giredayî Şedadê bikin. Hêzên me beriye bigihijê çeperên hêzên me ev maşîne ji dûr ve ruxandin.
9’ê Mijdarê pişt nîvro heta saetên êvarê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û topên hawanan li ser çeperên hêzên me ya gundê Malha bombebaran kirin. Çeteyan 10’ê mehê saet 14.00’an jî cara seyemîn êrîş birin li ser gundê Malha. Çeteyan tevî 4 panzer û treksek û bi çekên giran êrîş anîn li ser çeperên hêzên me.
Bi bersivdayina hêzên me li qadê şerekî dijwar rû da. Çeteyan hewl dan ku bi maşînekî teqemenî barkirî xwestin êrîş bikin lê hêzên me ev maşîne ji dûr ve teqandin û treksê çeteyan jî derb kirin. Di şeran de motorek çeteyan jî hat derb kirin. Qasî hat zelal kirin seyemîn êrîşê çeteyan a li ser gundê Malha de 6 çete hat kuştin. Termekî ji van çeteyan ket destê hêzên me.
9’ê Mijdarê saet 15.00’an û 10’ê Mijdarê saet 11.00’an û heman rojê saetên êvarê de çeteyên DAIŞê bi çekên giran û topên hawanan 4 êrîşên cuda birin li ser gundên Qedriyê, Kurdîşan û Şemseddîn ên dikevin başûrrojhilatê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
‘ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN LI SER XAKA ROJAVA ZÊDE DIBIN’
Êrîşên Arteşa Tirk ên li ser xaka Rojava her ku diçe zedê dibin.
Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 10’ê Mijdarê bi çekên giran êrîş bire ser gelên li ser sînorê navçeya Şiyê kom bûbûn û bi awayekî hemwext gundên Senarê û Merwaniyê jî topbaran kir. Di encama vê êrîşê de zarokek şehîd bû û 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Di vê topbaranê de gelek ziyanên madî jî gihiştîn welatiyên herêmê.
Heman rojê saet 13.30’an jî arteşa Tirk çeperên hêzên me yên gundê Senarê jî topbaran kirin. Hêzên me bi çekên giran bersiva leşkerên arteşa Tirk dan.
Arteşa Tirk îro (1’ê Mijdarê) danê siharê jî bi tang û çekên giran bi navber gundê Senar ê giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê topbaran kirin.
Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî jî bi êrîşên Tirkan re awayekî hemwext êrîş birin ser Efrînê. Çeteyan 9 û 10’ê Mijdarê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundên Maranez û Eyn Deqnê yên giredayî Efrînê. ‘’