YPG'ê êrîşa DAIŞ'ê şikand: 6 çete hatin kuştin
YPG'ê bersiv da êrîşa DAIŞ'ê ya li herêma navbera Malha û Mekmenê. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin.
YPG'ê bersiv da êrîşa DAIŞ'ê ya li herêma navbera Malha û Mekmenê. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh piştî nîvro saet di 14:30 de êrîşî herêma navbera gundên Malha û Mekmen ên li başûrrojhilatê Hesekê kirin. Êrîş bi gelek wesayîtên zirxî û wesayîteke bombebarkirî hat kirin. Şervanên YPG'ê di cih de bersiv dan êrîşê û şer derket.
Şer bi qasî 4 saetan dewam kir û 6 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Şervanên YPG'ê her wiha wesayîteke bombebarkirî berî bigihêje hedefa xwe, rûxandin.