Di pêngava Xezeba Firatê de 2 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê 2 gund û 2 stasyonên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û gundê El-Hîşe dorpêç kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê 2 gund û 2 stasyonên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û gundê El-Hîşe dorpêç kirin.
Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê di roja 7. de ye.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li eniya Eyn Îsa gundê El Şibil, stasyona avê û stasyona ceyranê ku bi 500 metreyan dûrî hev in, di encama şerekî dijwar de ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.
Gundê El-Şibil û he rdu stasyonên av û ceyranê bi 15 kîlometreyan li başûrrojhilatê bajarokê Eyn Îsa ne.
Li eniya Silûkê jî şervan bi pêş ve diçin. Duh bi şev li gundê El Xidir ê bi 25 kîlometreyan li rojavayê gundê Qenterî ye, şerekî dijwar rû da û di encamê de gund ji çeteyan hat paqijkirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê dor li gundê El-Hîşe yê li başûr rojhilatê Eyn Îsa girtine. Li aliyek din şervanên ji aliyê Silûk ve pêş ve diçin jî nêzî gundê Xinêz a Wistanî bûne.
Şerê li herêmê didome.