Cenazeyê Karaz hate birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Ahmet Karaz ku 3-4’ê Mijdarê li Dersîmê di encama bombekirina Geliyê Pîlemûrî de jiyana xwe ji dest dayî, ji hêla malbatê ve cenazeyê wî hate standin û ber bi Amedê ve birin.
Gerîlayê HPG’ê Ahmet Karaz ku 3-4’ê Mijdarê li Dersîmê di encama bombekirina Geliyê Pîlemûrî de jiyana xwe ji dest dayî, ji hêla malbatê ve cenazeyê wî hate standin û ber bi Amedê ve birin.
Di 3-4’ê Mijdarê de li derdora bejahiya Kizilmescît a Geliyê Pîlemûrî di encama bombekirinên balafirên şer ên artêşa Tirk de gerîlayê HPG’ê Ahmet Karaz (Şervan Azad) ku li gel 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî, cenazeyê wî yê li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dima, ji hêla malbatê ve hate standin û ji bo ku were veşartin birin Amedê.
Dema ku karên otopsiyê li Saziya Tiba Edlî ya Meletî dihate kirin, rêveberên MEYA-DER’ê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn. Malbatê ji wêneyên ku polîsên Saziya Tiba Edlî şanî wan dayin, cenazeyê kurê xwe nas kir. Piştî ku malbatê cenazeyê kurê xwe nas kirin, ji bo karên DNA’yê werin kirin xwîn hate dayin. Piştî ku dozgeriyê îfadeya malbatê stand, cinaze radestî malbatê kir.
Cenazeyê Karaz ji hêla malbatê ve hate standin û ber bi Amedê ve birin. Cinazeyê Karaz îro li goristana Telîlo Karaçali ya girêdayî Sûrê wê were veşartin.
Li gel cenazeyekî gerîlayê HPG’ê ku di heman bombekirinê de jiyana xwe ji dest dayî, 20 cenazeyên din jî li bendê ne ku werin naskirin.