Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên danê sibehê li Êlihê avêtin ser malan, 5 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk ên danê sibehê li Êlihê avêtin ser malan, 5 kes binçav kirin.
Li Elihê polîsan danê sibehê avêtin ser malan û welatiyên bi navê Îsmaîl Ay, Serhat Kaya, Selma Yelboga û du kesên navên wan nehat hînbûn binçav kirin.
Tê gotin ev welatî bi hiceta 'endamê rexistine ne' hatine binçavkirin û birine Qereqola Jendermeyan a Navenda Êlihê.
Li gorî agahiyan, li ser dosyayê biryara veşartinê heye û wê 3 rojan kes nikaribe binçavkiriyan bibînin.