Şaredariya Gimgimê jî bi rêya qeyûm hat desteserkirin

Qeymeqamê Tirk ê li Gimgimê Mehmet Nûrî Çetîn, weke qeyûm tayînî Şaredariya Gimgimê hat kirin.

Piştî ku Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî duh hat girtin, Qeymeqamê Tirk ê li Gimgimê Mehmet Nûrî Çetîn weke qeyûm hat tayînkirin.

Hevşaredara Navçeya Gimgimê ya Mûşê Sabîte Ekîncî ku di 3'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin, duh bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.

Hevşaredar Huseyîn Guneş jî piştî ku wextekê li Midûriyeta Emniyetê hat girtin, serbest hat berdan.

Wezareta Karên Hundir a Tirk, piştî girtina Ekîncî qeymeqamê xwe yê li navçeyê Mehmet Nûrî Çetîn weke qeyûmê Şaredariya Gimgimê tayîn kir.