Heyeta dadgehê ya doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ji aliyê polîsan ve hatî kuştin di rûniştina biryara dozê de 13 sal û 4 meh ceza da polîsê bi navê Mehmet Nûr Bakî Goçmez. Piştî rûniştinê parêzer û malbata Kazanhan nerazîbûn nîşanî biryarê da û gotin ku ew wê vê biryarê qebûl nekin. Serok Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku polîsê Kazanhan kuştiye wê li gorî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî (BHQ) wê 3 salan di girtîgehê de bimîne û piştre serbest were berdan.
10'emîn rûniştina doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku 14'ê Çileya 2015'an li taxa Yafesê ya navçeya Cizîra Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Dayik û bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan û Ayşe Kazanhan, parêzerên baroyên Şirnex, Amed, Enqere, Stenbol û Manîsayê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), parêzerên malbata Kazanhan, Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û gelek rojnemevan û kujerê Kazanhan, Mehmet Nûr Bakî Goçmez, Hayrî Vûral bi têya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn. Piştî parastina kujerên Kazanhan û parêzeran heyeta Dadgehê derbarê Mehmet Nûr Bakî Goçmez de ewil biryara muebeta giran da û ev biryar veguherand muebetê û herî dawî ji ber halê baş ê Goçmez 13 sal û 4 meh ceza dayê. Her wiha heyeta dadgehê derbarê polîsên bi navê Hayrî Vûral, Ûfûk Îlî, Gurcan Tûrak û Oxûzhan Çalişkan de biryara 5 meh ceza da. Malbat û parêzerên Kazanhan bertek nîşanî biryarê dan û gotin ku ew wê vê biryarê tu dem qebûl nekin.
Heyeta Dadgehê destpêka rûniştinê de mafê parastinê da kujerê Kazanhan, Goçmez. Goçmez diyar kir ku wî ne bi zanebûn Kazanhan kuştiye, ew poşman e û xwedê rehmê bide Kazanhan, dema kujer Goçmez parastina xwe kir dayîka Kazanhan, Ayşe Kazanhan bertek nîşanî wî da û got, "Xwedê pişta te bişkîne".
Piştî parastina Goçmez, parêzerên wî jî daxwaza tehliyeya Goçmez kirin. Polîsê bi navê Hayrî Vûral ku ew ji bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû daxwaza beraeta xwe kir.
Parêzera Malbatê Fîlîz Olmez di parastina xwe de got ku polîsê ku Kazanhan kuştiye bi zanebûn ev yek kiriye, her wiha her 4 polîsên din jî piştî buyerê xwestine delîlên buyerê veşêrin û ji ber vê yekê ji bo hemû polîsan cezayê muebetê yê giran xwest.
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî jî diyar kir ku polîsê Kazanhan kuştiye xwe weke ferîşte nîşan dide û wiha axivî: "Mehmet Nûr Bakî Goçmez xwe weke ferîşte nîşan dide û dibêje ez wê çawa zarokekê bi zanebûn bikujim. Heger ev kesên di vê dozê de neyên cezakirin wê tu dem pêşî li kuştina zarokan neyê girtin. Divê ne Goçmez hemû polîsên ku di buyerê de cih girtine bi muebeta giran werin cezakirin."
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî ji heyeta dadgehê xwest peywira xwe ya edaletê pêk bîne û biryarek wisa bide ku wijdanê civakê pê rehet bibe.
Bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan di rûniştinê de ji ber hestiyariya xwe bi zorî axivî û got ku her tişt di ortê de ye, polîsan bi zanebûn kurê wî kuştiye û divê hemû polîs werin cezakirin.
Piştî axaftina parêzer û malbata Kazanhan heyeta dadgehê ji bo biryarê bide navber da rûniştinê. Piştî navberê heyeta Dadgehê derbarê Mehmet Nûr Bakî Goçmez de ewil biryara muebeta giran da. Heyeta dadgehê ji ber şêwazê ku buyer pêk hatiye cezayê Goçmez veguherand muebetê û piştre bi teqdîra heyetê ceza veguherand 16 sal cezayê girtîgehê. Heyeta dadgehê herî dawî ji bo sekna Goçmez a di dozê de cezayê veguherand 13 sal û 4 meh.
Heyeta dadgehê derbarê polîsên ku doza agahî nedane gerînendeyên xwe û xwestine buyerê veşêrin lê hatibûn vekirin Hayrî Vûral, Ûfûk Îlî, Gurcan Tûrak û Oxûzhan Çalişkan 6 meh ceza da û ji ber sekna wan a di dozê de ev ceza veguherand 5 meh ceza. Her wiha dadgehê ji bo van polîsan biryara 5 sal şopandinê da û ger tu sûc din nekin ev cezayê hatiye dayîn wê were betalkirin.
Piştî xwedina biryara dadgehê dayîka Kazanhan, Ayşe Kazanhan bertek nîşanî biryarê da û got: "Bila polîsê kurê min kuştî bidin min, ez wî bikujim û cezayê muebetê bila bidin min."
Piştî rûniştina dozê xelas bû parêzerên amade û malbatê li ber avahiya Adliyeya Cizîrê daxuyanî dan. Serokê Baroya Şirnex Nûşîrevan Elçî di daxuyanî de got ku ev biryar ne biryareke hiqîqî ye û wiha axivî: "Em di serî de dozê dişopînin. Em hiqûqnas wê ji îro pêde hemû rêyên hiqûqî biceribîb û heya faîl ceza digirin dozê berdewam bikin.
Dayika Kazanhan jî da zanîn ku polîsê ku kurê wê kuştiye agir berdaye dilê wê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Kurê min cihê lîstinê bû. Polîs bi zanebûn kurê min kuşt. Ez bang li serokomar û serokwezîr dikim, ev vê biryarê qet qebûl nakim."
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî got ku ev ne biryarek bi edalet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gor me diviya kujerê Kazanhan bi muebeta giran hatiba cezakirin. 13 sal û 4 meh ceza dan kujerê Kazanhan. Li gor BHQ'yên dawî derketîn ev polîsê ku Kazanhan kuştiye wê 3 salan li girtîgehê bimîne û piştre derkeve."