Ji çapemeniya Tirk minaka berovajîkirina rastiyan

Mahmut Otkun ê duh li ber Qeymeqamiya Pirsûsê bedena xwe da ber agir, navê birayê xwe yê li Girtîgeha Osmaniye girtî ye qêriyaye û bedena xwe daye ber agir. Lê çapemiya Tirk wekî gotibe "Ez birçimê birçî" nîşan da.

Duh li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Mahmut Otkun ê 33 salî li ber Qeymeqamiya Pirsûsê bedena xwe da ber agir û girtina birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê ku bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" girtî ye, şermezar kir. Mahmut Otkun piştî çalakiyê rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê û niha li wir tê dermankirin. Piştî çalakiyê çapemeniya Tirk wekî ku gotibe "Ez birçîme birçî" nûçe çêkir û çalakiya Otkun berovajî kir. Lê derket holê ku Otkun ji ber birayê xwe yê girtî çalakî pêk anîye. Hat zanîn ku Otkun ji ber birayê xwe Mehmet Bozan Otkun ê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin û salek be bê sûc li Girtîgeha tîpa T a Osmaniyê girtiye çalakî pêk anîye. Dema Mahmut çalakî pêk anî navê birayê xwe "Bozan Otkun" qerîya ye û benzîn li ser xwe rijandiye û bedena xwe daye ber agir. Hat zanîn ku bavê Otkun bi cîhaza bêhnê dijî û salek e nikare biçe birayê xwe yê li Girtîgeha Osmaniye bibîne û ji ber vê yekê çalakî pêk anîye. Piştî ku di rûniştina 7'ê Mijdarê de birayê Otkun serbest nehat berdan çalakî pêk anî. 
Otkun piştî çalakiyê ew rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif İnan a Rihayê û li wir tedawî dibe. 

Hat ragihand ku Otkun talokeye jiyanî derbas kiriye.