Dayika Oral: Bi fermana Erdogan kurê min birîndar kirin

Dayika zarokê 5 salî Habîl Oral ê ku duh polîsan bi wesayîta zirxî bi giranî birîndar kirin Şirîn Oral nerazîbûn nîşan da û got, kurê wê bi fermana Serokkomar Erdogan hatiye birîndarkirin.

Dayika zarokê 5 salî Habîl Oral ê duh li taxa Yafesê ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsan bi wesayîta zirxê dayî ser û bi giranî birîndar kirî Şîrîn Oral da zanîn ku dema polîsan dan ser kurê wê ambulans nehatiye û wan bi wesayîtek sivîl kurê xwe birine nexweşxaneyê.

‘POLÎSAN 2 CARAN DA SER KURÊ MIN'

Oral got ku dema kurê wê dihat malê ji ber ku wesayîta zirxî bi lez dihat daye ser kurê wê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez di şibaka malê de bûm û min lê kurê xwe dinêrî. Dema kurê min li ser kolanê ber bi malê ve dihat min dît wesayîta zirxî bi lez hat û da ser kurê min. Piştî ku wesayîtê li kurê min xist careke din paşde hat û vê carê jî da ser kurê min. Di wê kêliyê de Habîl di nava xwînê de ma."

'ERDOGAN FERMANA KUŞTINA ZAROKÊN KURDAN ÇEND SAL BERÊ DABÛ'

Dayik Oral daxuyaniya Serokomar Erdogan a, 'Zarok jî be, jin jî be, bikujin' bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev ew roj e ku dema Erdogan emrê kuştina zarok û ciwanên kurdan daye. Dewleta tirk bi hezaran hêzên xwe yên taybet anîne Cizirî û danîne ser wesayîtin zirxî. Di nava seatekê de bi sedan wesayîtên zirxî dewriye digerin û hişka diçin. Ger îro kurê min ê 5 salî li kolanê ji aliyê polîsan ve hatibe birîndarkirin ew sûcek mezin e. Ev jî emrê Erdogan e. Lê bila bizanin em ê bi mafê xwe yê hiqûqî sûcdarê vê buyerê bipirsin."