KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 6 gerîlayan anîn STE ya Meletiyê
Cenazeyên 6 gerîlayên li Geliyê Bal ê Dersîmê ji ber bomberdûmana giran jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tipa Edlî (STE) ya Meletiyê. -
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, bi dehan sivîl azad kirin
Di çarçoveya operasyona 'Xezeba Firatê' de, hêzên QSD, YPG/YPJ'ê bi dehan sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û ew gihandin qadên azad. -
'Divê Kurd derhal yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin'
Qeymeqamê Daqoqê Dr. Emîr Xwakerem: Li dijî girtina Hevserokên HDP'ê û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelemperiya Kurdistanê, divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. -
Şervanan gundekî din rizgar kirin û bi 25 km'yan bi pêş ve çûn
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 25 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanan gundek û 3 gundikên din jî rizgar kirin. -
Sînn Feîn: Divê wekîlên HDP'ê demildest werin berdan
Nûnera Sînn Fêîn ê Parlamentoya Ewropa Martîna Anderson xwest, demildest wekîlên HDP’ê yên ku hatine girtin serbest werin berdan. -
DBP: Bi berxwedanê pêşî li darbeya AKP'ê dikare were girtin
DBP'ê da xuyakirin, ku li dijî pêkanînên qirkirina siyasî û darbekariya AKP'ê, têkoşîneke hevpar divê û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. -
TUHAD-FED'ê li Dîlokê girtina HDP’iyan şermezar kir
TUHAD-FED'ê li Dîlokê girtina Hevserokên HDP Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP şermezar kir. -
'Em bi têkoşîna topyekûn li ber êrîşên topyekûn rabin'
Gelê Rihayê nerazîbûn nîşanî êrîşên topyekûn ên rejîma AKP/Qesrê dan, ku li dijî gel û siyasetmedarên Kurd dimeşîne. Rihayiyan gotin, "Bi têkoşîna topyekûn mirov dikarin li ber êrîşên topyekûn rabin." -
Li Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pirsûsê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. -
Beşek ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê hat bidestxistin
Di çarçoveya pêngava 'Xezeba Firatê' de, ku şervanên QSD, YPG/YPJ'ê ji bo rizgarkirina Reqayê di 5'ê Mijdarê de dan destpêkirin, beşek ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê bi dest ket. -
Reqayî: Em ê êdî karibin bi rengekî azad bijîn
Şêniyên Reqayê yên ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê de hatine rizgarkirin, ji ANF'ê re qala pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê kirin. -
Kakaiyan piştgirî dan HDP'ê
Kakaî: Erdogan, ku jê heye bi girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dikare bi Kurdan, xwe dixapîne. Kurd wê li çar aliyên Kurdistanê xwedî li siyasetmedarên xwe derkeve. -
Gundiyên Reqayê xwe li herêmên ewle digirin
Pêngava 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina Reqayê dewam dike. Welatiyên li derdora bajarê Reqayê dijîn û firsend dîtin ji zilma çeteyên DAIŞ'ê birevin, xwe li herêmên ewle digirin. -
Şervanên Odeya Xezeba Firatê: Em ber bi azadiyê ve dimeşin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Mohammed El Yasser û Ebû Hesen gotin, heta ku Reqa bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin ew ê têbikoşin. -
Çeteyên Tirk ên li Bakurê Sûriyeyê bi hev ketin
Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li Cerablûsê bi hev ketin. Di şer de 3 çeteyên Tirk hatin kuştin. -
Mamostayên Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyanî dan
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Mamosteyên Şengalê der barê planên qirêj ên artêşa Tirkiyeyê ku bi taybet li ser xaka Êzîdxan û Şengalê ava dike, daxuyaniyek da. -
Li Xurmatû ji bo HDP'ê çalakiya protestoyê
Li navçeya Xurmatû bi çalakiyekê girtina Hevserokên HDP’ê û parlementeran hate protestokirin. -
Li Efrînê 3 şervanên azadiyê ber bi bê dawîtiyê ve hatin oxirkirin
Şêniyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di 5′ê Mijdarê de li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn ber bi bê dawîtiyê ve oxir kirin. -
Piştî Pêngava Xezeba Firatê, êrîşkariya dewleta Tirk û çeteyên wê
Navenda Ragihandina YPG bi daxuyaniyek nivîskî ve bal kişand ser êrîşkariya dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ û Koalîsyona Sûriyeyê û got; “Êrîşên dewleta Tirk a li ser hêzên me û xaka Rojava her diçe zedê dibe.” -
YPG’ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir
YPG′ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên xwe yên ku di berxwedana Qadiriyê û Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Yekîneyên Xezeba Firatê 5 gundên din rizgar kirin
Şervanên ′Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê′ 5 gundên din rizgar kirin. -
Polîsan gef li rojnamevan Olmez xwarin
Nîmet Olmez dema ku li pey nûçeyan bû hate binçavkirin û di bin çav de polîsan gef lê xwarin. -
Li Şirnex, Colemêrg û Hatayê 16 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li Şirnex, Colemêrg û Hatayê herî kêm 16 leşker hatin kuştin. -
Welê li cenazeyên 6 gerîlayan bûne ku nayên naskirin
Cenazeyên 6 gerîlayên ji ber bomberdûmana duh a li bejahiya Xozadê jiyana xwe ji dest dan, anîn Meletiyê. Nûnerê MEYA-DER'ê Serhat Kop got, welê li cenazeyan bûye ku nikare bên teşxîskirin. -
Hay ji rojnamevan Olmez nîne
Rojnamevan Nîmet Olmez ku dema li Wanê li pey nûçeyê bû ji aliyê polîsên Tirk ve li wesayîta polîsan hat siwarkirin û binçavkirin, agahî jê nayê girtin.