BI DÎMEN

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, bi dehan sivîl azad kirin

Di çarçoveya operasyona 'Xezeba Firatê' de, hêzên QSD, YPG/YPJ'ê bi dehan sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û ew gihandin qadên azad.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê yên ji aliyê bajarokê Eyn Îsa ve bi rê ketin, gundên Etiye, Celîl, Qedriye, Ebdulhadî yên li başûrrojhilatê Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Di operasyonan de gelek çete hatin kuştin û hejmarek ji cebilxaneyên çeteyan kete destê şervanan.

Li aliyê din, ji 5'ê Mijdarê û vir ve şervanên QSD û YPG/YPJ'ê gelek sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û gihandin qadên azad.

Dîmenê azadiya sivîlên Reqayê...