Welê li cenazeyên 6 gerîlayan bûne ku nayên naskirin

Cenazeyên 6 gerîlayên ji ber bomberdûmana duh a li bejahiya Xozadê jiyana xwe ji dest dan, anîn Meletiyê. Nûnerê MEYA-DER'ê Serhat Kop got, welê li cenazeyan bûye ku nikare bên teşxîskirin.

Cenazeyên 6 gerîlayên li qada Daloren a navçeya Xozad a Dersîmê ji ber bomberdûmana hewayî jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Nûnerê MEYA-DER'ê Serhat Kop li ser mijarê agahî da û got, "Li gorî agahiyên min ji dozgeriyê girt, ji ber ku beden ne bi hev ve ye û parçe bûye, cenaze nikarin bên teşxîskirin. Bila malbat ji bo teşxîskirina cenazeyan neyên vê derê. Li cihê lê ne bila serî li dozgeriyê bidin û xwîna xwe bidin."

Ji ber vê daxuyaniya dozgeriyê, fikar rû dan ku hêzên dewletê careke din çeka kîmyewî bi kar anîne.