Li Efrînê 3 şervanên azadiyê ber bi bê dawîtiyê ve hatin oxirkirin
Şêniyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di 5′ê Mijdarê de li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn ber bi bê dawîtiyê ve oxir kirin.
Şêniyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di 5′ê Mijdarê de li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn ber bi bê dawîtiyê ve oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê cenazeyên şervanê Cebhet El-Ekrad Ibrahîm Qilîşar û herdû Endamên hêzên Eşîreyan Ebû Yehya (Ebdullah El-Hisên )û Ebû Ehmed (Ebid Delûne)yên ku di 5′ê Mijdarê de li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîdan a gundê Matîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Şêniyên Kantona Efrînê wêneyên her 3 têkoşeran û alên ′Cebhet El-Ekrad, Hêzên Eşîreyan û TEV-DEM′ê′ hildabûn.
Şêniyan bênavber dirûşmeyên ′Şehîd namirin′ beriz dikirin. Piştî ku konvoya cenazeyan gihîşt goristanê, merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin. Paşê Fermandarê Hêzên Eşîreyan Şêx Ibrahîm Xoce, Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Şehbayê Hamid Rustem, Endamê Meclîsa Zagonsaz a Efrînê Şerîf Cimo û Hevseroka Meclîsa herêma Şehbayê Cîhan Xidro, axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Sûriyeyê jî hat şermezarkirin.
Paşî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin û cenazeyên wan di nava tilîlîyên dayikan û dirûşmeyên ′Şehîdan namirin′ de, spartin axê.