BI DÎMEN

'Divê Kurd derhal yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin'

Qeymeqamê Daqoqê Dr. Emîr Xwakerem: Li dijî girtina Hevserokên HDP'ê û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelemperiya Kurdistanê, divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.

Xwakerem da xuyakirin ku bi girtina Hevserokên HDP'ê re pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, "Dewleta Tirk dixwaze hemû destketiyên Kurdistanê ji holê rake."

Tevî Hevserokên HDP'ê 10 parlamenter hatin girtin û nerazîbûna li vê yekê dewam dike. Bi dîtina we Tirkiye ber bi ku ve diçe?

Belê, bûyerên îro li Tirkiyeyê diqewimin ji aliyê demokrasî û azadiya li vî welatî ve rewşeke erênî nîne. Eger li welatekî Hevserok û parlamenterên partiyekê tên girtin, hingî li wî welatî li ser navê demokrasî û azadiyê tiştek nemaye. Ev tê vê wateyê. Tirkiyeyê di vê dema şer de biryarên gelekî xetere girtiye. Bi van biryaran Tirkiye ketiye nava serdemeke xetere. Di vê demê de êrîş gelekî berfireh bûne. Gihîştine heta Hevserokên HDP'ê. Armanca bingehîn a ji êrîşa li dijî hevserok û parlamenteran, êrîşa li çar parçeyên Kurdistanê ye. Em vê yekê bi vî rengî dinirxînin. Tê zanîn, li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê ev yek ji aliyê Kurdan û dostên wan ve tê şermezarkirin. Erdogan çiqasî dixwaze bila bêje 'Dewleta Tirk dewleteke hiqûq û demokrasiyê ye'. Li ser navê demokrasî û azadiyê tiştek nemaye. Ti meşrûiyeta xwe li pêşberî cîhanê nemaye. Ev ne tiştekî bê qebûlkirin e.

Divê Kurd bi çi rengî vê pêvajoyê binirxînin?

Ev tê vê wateyê: Êdî Kurd bi dengên ji hev cuda nikarin xwe bigihînin cihekî. Kurd di serdemeke dîrokî de ne. Eger ji wan heye ku bi girtina Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî re dikarin pêşî li nêrîna Kurdan bigirin, hingî xwe dixapînin. Ji ber ku Kurd wê êrîşa li dijî siyasetmedarên xwe qebûl nekin. Kurd hemû ji ber girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteran bi hêrs û aciz in. Wê ji niha û pê ve bi rengekî hevgirtî li dijî dijminê hevpar tevbigerin.

Dewleta Tirk dijminatiya li Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne. Leşkeran li ser sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê dicivîne. Û îdîa dike ku vê yekê li dijî DAIŞ'ê dike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Dema hatina Tirkiyeyê ya nava axa Iraqê diyar e. Tê zanîn li dijî kê hatiye. Hebûna Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê ye. Niha jî di bin navê 'Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê' de leşker şand. Ev hemû ne li dijî DAIŞ'ê ye, ev ji bo operasyona li dijî PKK'ê ye. Ji ber ku di vir de bi ser neket, vê carê rabû hebûna PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê kir mijara nîqaşê. PKK li dijî DAIŞ'ê şer kiriye û şehîd daye. Welatê xwe parastiye. Nîqaşkirina hebûna PKK'ê li Başûrê Kurdistanê, ne hedê kesî ye.

Tirkiye îdîa dike ku leşkerên wê yên li Başîka ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê ne. Lê em dizanin rastî ne bi vî rengî ye. Ji xwe Parlamenta Iraqê biryar da ku leşkerên Tirk ji axa Iraqê derkeve û hemû parlamenteran mora xwe danîn binê vê biryarê. Gelê Başûrê Kurdistanê jî li pişt vê biryara parlamenta Iraqê ye. Em dixwazin leşkerên dewleta Tirk ji Kurdistanê derkevin. PKK li ser axa xwe şer dike. PKK tevgereke Kurdistanê ye û axa xwe diparêze. PKK li vir tevlî karî îdarî û hikûmetê nabe, lê belê hêza parastinê ya Kurdistanê ye. Eger dewleta Tirk ji bo derxistina PKK'ê ji vir tê, hingî xwe dixapîne. Ez ji wan re dibêjim; nedin pey xewn û xeyalên pûç. Em naxwazin di azadkirina Mûsilê de leşkerên Tirk cih bigirin. Pêwîstiya me bi wan nîne.

We gotin em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê pêvajoya dîrokî de lazim e Kurd helwesteke çawa nîşan bidin?

Dewleta Tirk û dewletên din, di polîtîkaya Kurdan de ji ber vê bi plan tevdigerin. Lazim e mirov ji van dersê derxînin. Mîna hin Kurdan divê em Tirkiye, Îran û Sûriyeyê weke dostê xwe nebînin. Ji ber ku me nekarî Rêber Apo azad bikin, vê carê êrîşên xwe zêde kirin û Hevserok girtin. Dibe ku sibe qirkirinên din jî bikin. Lewma bi pêşengiya KNK'ê ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî hin konferans hatin lidarxistin. Lazim e ev konferans werin berfirehkirin û bibin kongreya yekîtiya neteweyî. Dema Kurd bûn yek, hingî dikarin li cîhanê bibin xwedî gotin. Wê çaxê wê cîhan jî destekê bide me. Bêyî ku dereng bimînin, divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.

...