Piştî Pêngava Xezeba Firatê, êrîşkariya dewleta Tirk û çeteyên wê

Navenda Ragihandina YPG bi daxuyaniyek nivîskî ve bal kişand ser êrîşkariya dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ û Koalîsyona Sûriyeyê û got; “Êrîşên dewleta Tirk a li ser hêzên me û xaka Rojava her diçe zedê dibe.”

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku bi destpêkirina hemleya Xezeba Firatê ve êrîşên dewleta Tirk a li ser hêzên wan û xaka Rojava her ku diçe zedêtir dibe û wiha dewam kir: “Demeke ku şervanên me ji bo rizgarkirina bajarê Reqa ketine nav liv û tevgerê, dewleta Tirk hewl dide ji pişt ve li me bide û zirarê bigihîne hêzên me.

‘HEWL DIDE ÇETEYAN DERBASÎ SER XAKA ME BIKE’

Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk hewl da şevê din (7ê Mijdarê) ji du cihên cuda ve hin komên çete derbasî xaka Rojava bike.

Yekemîn cihê ku hewl dan çetayan derbasî Rojava bikin gundê Doda yê dikeve navbera Qamişlo û Amûdê bû. Tevî 2 maşîneyên zirepoş û maşîneyeke sivîl nêzî 12 kes derdora saet 19.00’an de xwe gihandin sînora Rojava. Piştî destwerdana hêzên me yên sînor li qadê şer rû da. Çeteyan dixwestin derbasî Rojava bibin û hêzên me di nava şer de bûn, wê demê maşîneyên arteşa Tirk jî gule li hêzên me barandin. Di vî şerî de qasî hat zelalkirin 2 çete birîndar bûn. Piştî şer, çeteyên dixwestin derbasî Rojava bibin bi paş ve revîn. 2 çeteyên birîndar jî bi panzerên Tirkan ji qadê hatin dûrxistin.

Cihê duyemîn a ku çeteyan xwe ceribandin derbasî Rojava bibin, bajarê Kobanê bû. Çeteyan bi alîkariya leşkerên Tirkan derdora saet 19.00’an de xwe nêzî sînorê Rojava kirin. Hêzên me ew şopandin. Saet 19.30’an hêzên me bi ser çeteyan de girt û li qadê şer derket. Çeteyan gule bi ser hêzên me de reşandin. Şerê li vê qadê rû da, heta saet 24.00’ê şevê jî berdewam kir. Piştî şer çete ji qadê rêvîn.

‘ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ GUNDÊN GELBENAV, KORAN Û ELSENÊ KIR’

Di heman demê de maşîneyên zirxî yên arteşa Tirk li ser sînorê Girkê Legê û Dêrîkê di nav liv û tevgerek bêsekin de ne.

Arteşa Tirk heman şevê bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Gelbenav, Koran û Elsen ên giredayî Girê Spî jî.”

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DEWLETA TIRK

Navenda Ragihandina YPG’ê di dewama daxuyaniyê de behsa êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û Koalîsyona Sûriyeyê ku dewleta Tirk destekê dide wan, kir û wiha got;

“7’ê Mijdarê saet 12.30’an çeteyên DAIŞ’ê tevî çekên giran û maşîneyên zirxî êrîşek berfireh birin li ser gundê Malha ya giredayî Şedadê. Bi awayekî hemwext çeteyan gundê Azawî jî bi topên hawanan û çekên giran bombebaran kirin.

 Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşên çeteyan û li herêmê şerê dijwar rû da. Şerê li herêmê heta saet 16.00’an bênavber berdewam kir. Hêzên me êrîşên çeteyan şikandin û derbeyên giran li wan xistin. Di encama vî şerî de qasî hat zelalkirin 21 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 2 panzerê çeteyan derb xwarin. Di encama lêgerînê de tevî 7 termên çeteyan, 2 doçka ketin destê hêzên me.

 Di şerê pêşîgirtina êrîşên çeteyan de 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirin gihiştine şehadete.

7’ê Mijdarê saet 11.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Kurdisan a dikeve başûrrojhilatê Bendava Tişrînê.

Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê 7’ê Mijdarê bi topên cehenemê êrîş birin li ser herêma Mizgefta Marûf a taxa Şêx Meqsûd a Helebê.

Çeteyan heman rojê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê jî.”