Li Xurmatû ji bo HDP'ê çalakiya protestoyê

Li navçeya Xurmatû bi çalakiyekê girtina Hevserokên HDP’ê û parlementeran hate protestokirin.

Li navçeya Xurmatû ya Selahedîn, vê êvarê bi beşdarbûna nûnerên YNK, Tevgera Goran, PDK, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Yekgirtûyê Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li dijî girtina hevserokên HDP’ê û parlamenter li Başûrê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.  

Di çalakiyê de li ser navê hemû partiyên beşdarbûyîn daxuyaniyek havpar hate dayîn. Daxuyaniya ji aliyê Hewrê Hêmîn ve hatî xwedin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirkiyeyê bi girtina hevserokên HDP’ê û parlamenteran hemû deriyên goftûgo û çareseriya aştiyane girtiye. Em wekî partiyên siyasî yên li Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê, bi yek helwestê girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar dikin."

Di daxuyaniya hevpar de hate diyar kirin ku divê hemû partiyên siyasî û gel piştgiriya Kurdên Bakûrê Kurdistanê bikin, ev ji tenê erkekî mirovatî û Kurdayetiyê ye. Ji bo parastina Bakûr û Rojavayê Kurdistanê pêwîste hemû civaka navnetewî bêdeng nebin. Ev binpêkirinên dewleta Tirkiyeyê, li dijî mafê mirovahiyê û azadiya mafê mirovahiyê ye

Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Daxwaz ji dewleta Tirkiyeyê dikin ku di demek herî zû de parlamenter û hevserokên HDP'ê û tevahî girtiyên siyasî berde. Daxwazê ji berpirsên Kurd, serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, li himber binpêkirinên ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve beramber birayên me yên Kurd li Bakurê Kurdistanê pêk tên, bêdeng nebin. Daxwazê ji dewleta Tirkiyeyê dikin ku bizivire li ser maseyê goftûgoyan ji bo çareseriya pirsgirêkan.