Sînn Feîn: Divê wekîlên HDP'ê demildest werin berdan

Nûnera Sînn Fêîn ê Parlamentoya Ewropa Martîna Anderson xwest, demildest wekîlên HDP’ê yên ku hatine girtin serbest werin berdan.

Anderson diyar kir, armanca sereke ya girtinên giştî ya li ser wekîlên mezintirîn partiya sêyemîn a Tirkiye ew e ku dengê wê were birîn û ev êrîşa li ser demokrasiyê ye. Anderson da zanîn, ku ev mînakeke taloke ye li ser siberoja demokrasiya Tirkiyê ye û got, "Girtinên komî, qedexeyên derketina derve, bi mebesta kuştinê lêxistin û bombekirina qadên sivîl jî di nav de, dewleta Tirk ji Tîrmeha sala çûyî ve li dijî nifûsa Kurdan şerekî leşkerî yê bi hovane dike. Li Tirkiyê her ku diçe rewş xirab dibe, hikûmet li dijî nûçegihan, çapemeniya serbixwe, daraz û civaka sivîl êrîşa xwe girantir kiriye."

Anderson da xuyakirin, ku xemgînkir e lê fêhmbar e ku HDP li dijî zilma berdewam biryar standiye ku xebatên xwe yên li meclîsê rawestîne û bang li hikûmeta Tirk kir ku wekîlên girtî yên HDP’ê û hemû nûnerên dî serbest berde û dawî li êrîşên xwe yên li ser siyaseta demokratîk û azadiyê bîne.

Anderson ragihand, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî li dijî vê zilm û zordariyê wê nikaribe bêdeng bimîne û ji bo ku wekîlên HDP’ê di zûtirîn demê de serbest werin berdan divê bikevin nava liv û tevgerê.