Mamostayên Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyanî dan
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Mamosteyên Şengalê der barê planên qirêj ên artêşa Tirkiyeyê ku bi taybet li ser xaka Êzîdxan û Şengalê ava dike, daxuyaniyek da.
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Mamosteyên Şengalê der barê planên qirêj ên artêşa Tirkiyeyê ku bi taybet li ser xaka Êzîdxan û Şengalê ava dike, daxuyaniyek da.
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Mamostayên Şengalê bi daxuyaniyekê ve planên dewleta Tirk ku dixwaze xaka Êzîdxanê û Şengalê dagir bike, şermezar kirin.
Di daxuyaniya mamostayan de hate gotin ku weke mamostayên Şengalê hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Iraqê û bi taybet li ser axa Êzîdxana pîroz qet qebûl nakin û şermezar dikin û wiha hat destnîşankirin; “Bila dewleta Tirk û hemû hevkarên wê dengê me bibihîsin, êdî gelê Êzidî wê bi listokên we neyê xapandin. Ji ber gelê Êzidî li her derê xwe bi rêxistin dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojavayê Kurdistanê hate bibîrxistin, hate destnîşankirin ku çawa ev êrîşan nikarin berxwedana azadiyê tine bikin wê li Şengalê jî berxwedan neyê tunekirin û wiha hat domkirin; “Em ê berxwedaniya xwe berdewam bikin û heta ku zarokên Êzîdî li ser çand û baweriya xwe mezin nebin em ti carî dev jê bernedin. Herî dawî em dibêjin ku em ê parastina Êzîdxana pîroz li hêviya ti kesî nehêlin û em ê dev ji xweseriya xwe bernedin.”
Piştre mamosta Omer Xidir axivî, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo axa Iraqê û bi taybet axa Êzîdxana pîroz xeteriyek mezin dîbînin û wiha dewam kir; “Eger leşkerên Tirk werin ew ê fermaneke din ji bo gelê Êzidî were. Di dîrokê de fermanên hatine bi serê Êzîdiyan jî piraniya wan ji ber Osmaniyan e û niha jî Erdogan dixwaze tiştê ku Osmaniyan temam nekirî bike."
Piştî axaftina Xidir, Mamoste Faris Aliyas mafê axaftinê wergirt û wiha got: “Çawa ku rejîma AKP’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê desthilatdariya xwe dide meşandin û mafê gel bin pê dike, niha dixwaze li vir jî vê bimeşîne. Lê heta em sax bin em ê vê qebûl nekin. Niha leşkerên Tirk li Başîk û Bahzanê xwe bi cih kirine û dixwazin werin Şengalê jî. Ji bo vê yekê em dixwazin gelê Êzidî li her cihî li hember vê dagirkeriyê rawestin û helwestên xwe nişan bidin. Em girtina Parlemanter û hevserokên HDP’ê jî şermezar dikin û em piştgiriya xwe ji bo HDP’ê diyar kirin."
Daxuyaniya mamosteyan bi dirûşmeyên, "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bijî Êzîdxana Pîroz" bi dawî bû.