BI DÎMEN

Kakaiyan piştgirî dan HDP'ê

Kakaî: Erdogan, ku jê heye bi girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dikare bi Kurdan, xwe dixapîne. Kurd wê li çar aliyên Kurdistanê xwedî li siyasetmedarên xwe derkeve.

Kakaiyên li Başûrê Kurdistanê dijîn, li ber operasyonên qirkirna siyasî yên rejîma AKP/Qesrê rabûn. 

Mamoste Yûsûf, Hawre Tayîp û Îmam Dawûd nerazîbûn nîşanî van operasyonan dan, ku li dijî HDP'ê tên kirin.

Mamoste Yûsûf diyar kir, Tirkiye ji sala 1920'an û vir ve li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne û got, "Ez ji vê derê bang li hikûmet û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikim; piştî girtina Selahattîn Demîrtaş û parlamenteran divê em Kurd hê bêhtir bibin yek. Pêwîste em bi yek hêzê li dijî van polîtîkayên qirkirinê têbikoşin. Mixabin Tirkiye ti carî nebû alîgirê aştiyê. Lazim e Kurd bi hev re Erdogan têk bibin. Têkbirina Erdogan tê wateya ji nû ve têkbirina dewleta Osmanî."

Hawre Tayîp da zanîn, siyaseta qirkirinê ya ku Tirkiye niha li dijî Kurdan dimeşîne, dewama siyaseta berê ya dewleta Osmanî ye û ev tespît kir: "Ev polîtîkayên Erdogan wê bi ser nekevin. Ji ber ku Kurd ne Kurdên berê ne. Leşkerên Tirk ne ji bo rizgakirina Mûsilê li Başîka ye. Dixwaze li Şengalê careke din komkujiyê bike. Dixwaze Kurdan têk bibe, nehêle bibe yek. Lê ev yek xeyaleke pûç e. Kurd ji her demê bêhtir îro xurt in. Ne Erdogan ne jî temamiya AKP'ê nikarin vê yekê bi ser bixînin."

Îmam Dawûd jî got, "Em Kakaî, heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi HDP'yiyan re ne" û wiha dewam kir: "Bi girtina gelê Kurd ê ji 40 mîlyonî re, pirsgirêk naqede. Bi girtina Demîrtaş û wekîlên din re ev pirsgirêk hatiye kûrkirin. Weke gelê Kakaî, heta berdana Demîrtaş û wekîlên din, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

...