DBP: Bi berxwedanê pêşî li darbeya AKP'ê dikare were girtin

DBP'ê da xuyakirin, ku li dijî pêkanînên qirkirina siyasî û darbekariya AKP'ê, têkoşîneke hevpar divê û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamên civîna xwe ya awarte ku di 8'ê Mijdarê de li Amedê pêk anî, eşkere kir.

Di encamnameyê hat ragihandin, AKP'ê 15'ê Tîrmehê ji xwe re kiriye hincet û pêkanînên xwe yên darbekar xistiye meriyetê, di vê çarçoveyê de êrîşî siyaseta Kurd û hêzên aştî û demokrasiyê kiriye.

Hat destnîşankirin, ku rejîma AKP'ê hewl dide yên ne ji xwe, yên serî li ber netewîne têk bibe, yan jî talan bike û hat gotin, "Di rewşa heyî de AKP ancax dikare li ser bingeha konsepteke şer hebûna xwe biparêze." Di encamnameyê de hat ragihandin, girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê, parlamenterên HDP'ê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel xeleka dawî ya vê konseptê ye.

'EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYÎ JI HEV BIXÎNIN'

Di dewama encamnameyê de bal hat kişandin ser nerazîbûnên hundir û derve yên l dijî darbeya AKP'ê û hat destnîşankirin, ku ev nerazîbûn watedar in, lê têrê nakin.

Encamnameyê wiha dewam kir: "Pêşî li vê rewşa xitimandî ya ku AKP'ê Tirkiye xistiye nav, dikare were girtin. Têkoşîna li dijî darbeyê mafek e û di heman demê de wezîfeyeke însanî ye. Sekna li dijî darbeyê, têkoşîna mirovan a ji bo xwe, derdora xwe û hurmeta li mirovahiyê ye. Lazim e her welatî li ser vê bingehê bi berpirsyariya xwe rabe. Em dizanin ku rejîma AKP'ê bi qasî ku nîşan dide ne xurt e. Bi saya têkoşîneke rêxistinbûyî, wê konsepta şer a li ser civakê ferz dike, ji hev were xistin. Em bawer in, têkoşîna li dijî vê konseptê berpirsyariya bingehîn a her welatî û hêzên demokratîk e. Bi girtina parlamenteran re vîna sindoqê û vîna hilbijêran a partiyeke 6 mîlyon deng standiye, tine hatiye hesibandin û vîna hilbijêran hatiye xespkirin. Hemû pîvanên exlaqî, hiqûqî û siyasî hatine binpêkirin. Bi mekanîzmayên zext û zordariyê, êrîş li siyaseta Kurdan, dînamîkên demokrasiyê û vîna welatiyan hatiye kirin. Bi girtina parlamenteran re rewşeke nû derketiye holê. Mezinkirina têkoşîna demokrasiyê li ser bingeha vê rewşa nû, armanca me ya sereke ye.

Ji bo ku em berxwedana gelê Kurd a di nava şert û mercên giran de li Kurdistanê meşand û têkoşîna sosyalîstan, tevgerên kedê, rêxistinên civakî yên sivîl, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîrên li rojavayê welêt bikin yek û derxînin asteke berfireh, em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.

BANGA LI PARTÎ Û SAZIYÊN KURDAN

Em bang li hemû partî û saziyên Kurdan dikin ku li dijî polîtîkayên AKP'ê yên tinehesibandin û girtina vîna Kurdan, li ser bingeha yekîtiya neteweyî, ji bo parastina vîn û nirxên gelê Kurd platformên têkoşînê bafirînin."

Di dawiya encamnameyê de her wiha bang li hemû siyasetmedar û rêxistinên DBP'ê hat kirin, ku di vê dema dîrokî de bi erka xwe rabin.