Cenazeyên 6 gerîlayan anîn STE ya Meletiyê

Cenazeyên 6 gerîlayên li Geliyê Bal ê Dersîmê ji ber bomberdûmana giran jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tipa Edlî (STE) ya Meletiyê.

Li Geliyê Bal ê Dersîmê, di operasyona 7'ê Mijdarê de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn.

Cenazeyên van gerîlayan, ku tê gotin ji ber bomberdûmana balafirên şer jiyana xwe ji dest dane, ji herêmê hatin rakirin û ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, hê tespît nebûne.