Yekîneyên Xezeba Firatê 5 gundên din rizgar kirin

Şervanên ′Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê′ 5 gundên din rizgar kirin.

Pêngava ′Xezeba Firatê′ ya ku ji aliyê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ya QSD′ê ve ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, di roja 4′emîn de didome. Şervanan di çarçoveya operasyonê de 5 gundên din jî ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

Hate ragihandin ku piştî rizgarkirina gundê Ebdullah, şervanan gundên ′Etiye, Celîl, Qedriye, Ebdulhadî′  ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

Ev her çar gundên ku hatine rizgarkirin li pişt hev in û li başûrrojhilatê bajaroka Eyn Îsa ne.

Her wiha hate diyarkirin ku li bereya Silûkê  şervanên Xezeba Firatê gundê El-Heyawî yê  dikeve başûrê gundê Qenterî jî ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirine.

Li her du bereyên Eyn Îsa û Silûkê di navbera şervanên Xezebat Firatê û çeteyên DAIŞ′ê de şer didome.