TUHAD-FED'ê li Dîlokê girtina HDP’iyan şermezar kir

TUHAD-FED'ê li Dîlokê girtina Hevserokên HDP Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP şermezar kir.

Nûnera TUHAD-FED'ê ya Dîlokê Încîl Selçûk der barê girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê ku 6 mîlyon 500 hezar hilbijêrên wan hene ji ANF’ê re axivî. Selçûk diyar kir ku dewleta Tirk di dîrokê de heya niha ti caran destketiyên kurdan qebûl nekiriye û ne parastiye. 

Nûnera TUHAD-FED'ê ya Dîlokê Încîl Selçûk der barê girtina hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê de diyar kir ku kurdên li Tirkiyê di salên 90'an de dest bi siyaseta legal kir û wiha got: "Cara yekem bi koalîsyonê çend parlementer şandin meclîsa tirk. Li meclisa tirk Leyla Zana ku bi dengekî zêde ji aliyê kurdan ve hatibû hilbijartin bi yek peyva Kurdî xîmê dewleta ku yek zimanî, yek al û yek reng kiribû xeta xwe ya sor hilweşand û pergal bi vê axavtinê dîn û har bû. Ew axaftina Leyla Zana ya li kursiya Meclisa Tirkiye di heman demê de qedexeya Zimanê kurdî ya ku ji despêka avabûna Komara Tirk ve li ser hiş û mejiyê kurdan wek zengarê rûniştibû jê paqij kir û rûpelek nu ji bo kurdan li qada siyasetê vekir. Ji ber vê yekê, dewletê demildest Leyla Zana û tevî hevalên wê avêtin zindanê û cezayên giran li wan birîn. Ligel vê neheqiyê jî Kurd ji qada siyaseta xwe ya meşru dûr neketin û her ku çu tevger di vê warê de berfirehtir kir. Li aliyê din her hikumeta ku bi tundî çu ser siyaseta kurda roj bi roj li Kurdistanê heliyan, tenê tabelayên wan li hewa man.’’ Selçûk anî ziman, ku bi van kiryarên xwe yên dawiyê diyare ku wê tabelayên AKPê jî li Kurdistan nemîn in.

HDP BÛ TIRSA KOMARA TIRKIYEYÊ

Selçûk, da zanîn ku tevî zehmetî û astengiyên mezin kurdan di qada siyasetê de gavên mezin û bi bandor avêtiye û got, "Ligel van zor û zehmetiyan jî kurdan hejmara şaredariyên di dest xwede ji 5-6’an derxistin zêdeyî 100 şaredariyan. Hejmara parlementeran jî her ku çû zêde kirin herî dawiyê jî hejmar derxistin 80’yan. Kurd di Meclisa Tirkiyeyê de bûn partiya sêyemîn. Bêguman vê yekê xîma Komara ku li ser înkar û tunekirina gelên cuda hatibû avakirin ji binî ve hejand û pergalê jî ev ji bo Komara xwe xeter dît, ji ber vê yekê li hember hêza HDPê ya demokratîk kete nav hewldanên dij qanunî. Dest bi desteser kirina şaredariyan kir, rêvebir girtin, serokşaredar girtin. Herî dawiyê jî dest danî ser şaredariya bajarê mezin ê Amedê û herdu hevserok girtin.’’ 

Selçûk bal kişand ser rewşa girtina Hevserokên HDP Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP û wiha axivî: "Herî dawiyê jî bi awayekî korsanwarî bi ser malên wekîlan de girtin. 10 parlamenterên HDPê girtin şandin zindanê. Pirsa ku divê mirov bike ew e ku çima dewlet ewqasî ji siyaseta kurdan ya legal ditirse?’’ Selçûk gotinên Bulent Ecevît bibîr xist û wiha pirsa xwe bersivand: "Bulent Ecevît di dema serokwezîriya xwe de gotibû 'Gotinên têkoşîna bi kesên çekdar re rihete lê ya muhîm ew e ku divê em pêşiya siyaseta kurdan ya legal bigrin û qadê ji wan re nehêlin' Yanî dixwazin qada siyasetê jî li kurdan bigirin. Ji ber ku bi rastî jî dewleta tirk bi bertîl û dîplomasiyê tevgera azadiyê wekî terorîst di serî de bi DYA û YE'ê dabû qebûlkirin û xistibûn lîsteya terorîstan. Lê li hember siyaseta Kurd her ku diçû tengav dibûn.’’

SIYASETMEDARÊN KURD, PERGALEK NÛ AVA KIR

Încîl Selçûk, destnîşan kir ku siyaseta Kurd a demokratîk, di qada cîhanê de pergalek nû ava kir û wiha berdewam kir: "Xala herî girîng jî di siyaseta kurdan de cih û rola jinê ye. Leyla Zana di destpêka siyaseta kurdan de derket pêş. Niha di pergala siyaseta kurdan de Hevserokatî modelek nû ava kir. Vê motelê temsîliyeta jin û mêr a wekhev ava kir. Normên ewropa derbas kir. Lewra vê pergala ku partiyên Kurd di nav xwe de ava kir û bi samîmiyetek mezin meşand hişt ku tirsek bikeve dilê komara her tim bi aqilê mêr hatiye birêvebirin. Lewra di vê hilbijartina dawiyê hejmara jinên ku ketin Meclisê ev 93 sale ew qasî jin bi tu partî û di tu serdeman de ew qas jin neketibûn Meclisa tirk, vê hejmarê pergal û projeyên qesrê tar  û mar kir." 

GIRTINA 6 PARLEMENTERÊN JIN ÊN HDP'ê NE JI RÊZÊ YE

Selçûk bal kişand ser nasname û tekoşîn jinên Kurd ku di qada siyasetê de bune xwedî rol û tirsa li hemberî wan û berdewam kir: "Îro jî ne tesadufe ku ji 10 wekîlên hatine girtin 6 jê jinin û şeklê binçavkirina jinan jî bi awayek hovane, bi lêdan, erdê ve kaş kirin û bi awayek heqaretwarî hatin girtin. Di vir de du peyam hene. Yek ev pergal dide nîşandan ku herî zêde ji hêza jinê ditirse, du dixwaze bi van kiryaran dilsoziya xwe ya bi hovên cilreşik re bide nîşandan. Lê ya muhîm ewe ka em vê yekê çawa dixwînin û dê bersivên me li hember van êrîşan çi be?’’ 

HER AX XWEDIYÊ XWE BAŞ NAS DIKE 

Selçûk herî dawî xwest AKP û kesên din kêfa xwe nekin ku bi van kiryarên qirêj berê gelê kurd û hemû gelên demokrasîxwaz daye xwe û got: "Bêgûman ligel ked û xebatên HDPê yên giranbuha kêmasiyên wê jî hene, lê bila tu kes û taybetî hin derdurên siyasî kêfa xwe li van kiryaran xweş nekin, li hêviyê nebin ku berê hilbijêrên HDPê bikeve partiyên din. Ji ber ku her ax xwediyê xwe baş nas dike."

...