'Em bi têkoşîna topyekûn li ber êrîşên topyekûn rabin'

Gelê Rihayê nerazîbûn nîşanî êrîşên topyekûn ên rejîma AKP/Qesrê dan, ku li dijî gel û siyasetmedarên Kurd dimeşîne. Rihayiyan gotin, "Bi têkoşîna topyekûn mirov dikarin li ber êrîşên topyekûn rabin."

Gelê Rihayê nerazîbûn nîşanî êrîşên topyekûn ên rejîma AKP/Qesrê dan, ku li dijî gel û siyasetmedarên Kurd dimeşîne. Rihayiyan gotin, "Bi têkoşîna topyekûn mirov dikarin li ber êrîşên topyekûn rabin." Şêniyên Rihayê girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenter, Hevseroka DBP'ê û siyasetemdarên Kurd ji ANF'ê re nirxandin.

'DI 12'Ê ÎLONÊ DE JÎ EV NEHATIBÛ KIRIN'

Îsmet Korkmaz (55) ê di Darbeya Leşkerî ay 12'ê Îlonê de hat girtin û li Girtîgeha bi Hejmara 5. a Amedê hate bicihkirin, destnîşan kir, ku rejîma AKP/Qesrê siyaseteke 'rezîl' dimeşîne. Korkmaz diyar kir, rejîma AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên durû, ji Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê cuda ye û got, "Ya ku Erdogan û AKP dike, yên di sala 1980'î de darbe kirin, nekir. Di sala 1980'î de zext li gel dihat kirin ku eslê xwe înkar bike. Lê niha cûntaya AKP/Erdogan îmhayê ferz dike.

Ev bêhiqûqiya bi pêvajoya AKP/Erdogan re der bûye, di sala 1980'î de ne di vê astê de bû. Bi polîtîkayên li dijî çapemenî, partî, hilbijartî û gelan re mirinê nîşanî Kurdan dide û hewl dide tayê bide qebûlkirin. Bi girtina Demîrtaş û Yuksekdag re dixwazin serî li gelê Kurd bidin tewandin. Lê belê ev polîtîkayên ku berê li dijî Kurdan hatin ceribandin û ti encam bi dest nexistin, wê îro jî bi ser nekevin. Divê her kes baş zanibe, ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe canê xwe feda dike. Bi van polîtîkayan pêşî lê nayê girtin."

'BÛYERÊN LI KURDISTANÊ DIQEWIMIN BI GOTINEKÊ DIKARE BÊ PÊNASEKIRIN; FAŞÎZM'

Şaban Çakmak (45) diyar kir rejîma AKP/Qesrê ti cihêrengiya mîna wan nafikire qebûl nake û dixwaze her kesên ji bo mafan têdikoşe tine bike. Çakmak bang li alîgirên demokrasî û azadiyê kir, ku li ber van êrîşan rabin. Çakmak anî ziman, girtina nûnerên gelê Kurd ne ya qebûlkirinê ye û got, "Rejîma AKP/Qesrê ku jê heye dikare tevahiya welêt bi dîktatoriyê bi rê ve bibe, mehkûm e ku li pêşberî daxwazê azadî û demokrasiyê yên gelan, têk biçe. Heta roja îro kes bi zilm, înkar û tinekirinê bi ser neketiye. Girtina Demîrtaş, Yuksekdag û parlamenteran nîşan dide ku kî li vî welatî kaosê dixwaze û xwe ji xwînê xwedî dike. Lazim e her kes vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere.

Eger li ber bûyerên dîrok diqewimin ranebin, dibe ku sibe karesatên mezintir rû bidin. Pêwîste her kes li gorî vê tevbigere û bi erka xwe rabe. Bûyerên li Kurdistanê diqewimin bi tenê bi vê gotinê dikare bên pênasekiriin; faşîzm. Bêhiqûqî roj bi roj mein dibe. Eger em nebin yek, wê yek bi yek êrîşî me bike. Lewma divê em li ber van êrîşan rabin."

'DIKARIN ME BIGIRIN, LÊ TI CARÎ NIKARIN ME JI DOZA ME VEGERÎNIN'

Şeh Ahmet Yalçinkaya (65) destnîşan kir, ku girtina hevserok, partlamenter, rêveberên partiyê û welatparêzan, êrîşeke topyekûn li dijî her kesî ye û anî ziman, gelê Kurd tevî hemû êrîşan jî wê ji sekna xwe ya bi serbilindî ti tawîzê nede. Yalçinkaya da zanîn, rejîma AKP/Qesrê nikare xwe li destketiyên Kurda rabigirin û got, "Destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê îro bêhtir şênber bûne. Yên ku îro nikarin xwe li vê rabigirin, êrîşî Kurdan dikin. Hilbijartiyan digire, îşkenceyan dikin û gel dikujin. Lê belê gelê Kurd qebûl nake ku sed salekî din bi koledarî bijî. Em di rojên welê de ne ku têkoşîna ji bo man û nemanê tê meşandin. Bêhiqûqiya hatiye kirin li pêş çavên me hemûyan e. Her kes baş bi vê zane û dibîne. Cîhan îro bi tenê lê temaşe dike. Lê belê gelê Kurd nabe bibe temaşeker. Nabe ku em sed saleke din bi koledarî bijîn.  Dibe ku hilbijartiyan bigirin, lê wê ti carî nikaribe me ji doza me vegerîne."

...