Gundiyên Reqayê xwe li herêmên ewle digirin

Pêngava 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina Reqayê dewam dike. Welatiyên li derdora bajarê Reqayê dijîn û firsend dîtin ji zilma çeteyên DAIŞ'ê birevin, xwe li herêmên ewle digirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û YPG/YPJ, pêngava 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina Reqayê didomînin. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di çaroveya pêngavê de bi pêş ve diçin. Bi vê pêşveçûnê re hêviya gelê li herêmê ji bo rizgariya ji zilma DAIŞ'ê zêde dibe. Li herêma hêzên operasyonê lê bi pêş ve diçin, gundiyên ku firsendê dibînin xwe li herêmên ewle yên ku şervan lê ne, digirin.

Sivîlên ji Reqayê carna kom bi kom bi meşê, carna jî bi wesayîtan xwe digihînin herêmên ewle. Hêzên operasyonê jî pêşwaziya wan dikin û sivîlan li herêmên ewle bi cih dikin. Şervan her wiha bersivê didin hemû pêdiviyên welatiyên xwe li herêmên ewle girtine. Welatiyên ku tên, dema ji dûr ve tên dîtin, yekser av û xwarin ji bo wan tê amadekirin.

Di nava van koman de, gundiyên Diwelhe jî hene. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gundiyan pêşwazî dikin, av û xwarinê didi wan. Yek ji van gundiyan dibêje, dema çete direvin bombeyan davêjin malên wan. Ev gundiyê ji Reqayê kêfxweşiya xwe ya ji ber rizgariya ji çeteyên DAIŞ'ê bilêv dike û spasiya hêzên operasyonê dike. Bi gotina "Me hemûyan zanîbûn ku hûnê werin" kêfxweşiya xwe nîşan dide.

...