YPG’ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir
YPG′ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên xwe yên ku di berxwedana Qadiriyê û Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG′ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên xwe yên ku di berxwedana Qadiriyê û Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Ragihandin YPG’ê, bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameyên şervanên xwe ên ku di berxwedana Qadiriyê û Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji raya giştî re eşkere kir.
YPG’ê diyar kir ku şervanên gelê Kurd ya berxwedêr, di bin her şert û mercan de li hember dijminên gelan ji serkeftin pêvetir çi rêya din esas nagirin. Ji bo pêkanîna vê erka pîroz çi astengî nasnakin û xwe gorî kirine welatê xwe de bi dilxwazî tevdigerin.
Ev hêza mezin a serkeftinê, di dîrokê de pir kêm bûye nesibê gelan. Lewma gelê Kurd di bin metirsiya mirinê de jî be, tim xwedî li şervanên xwe derketine û tevî şervanên xwe yên leheng li ser dijminên xwe de xezeb barandine.
Bêguman ev serkeftin bi bedelên mezin tên bi dest xistin. Ev bedel jî ciwanên giranbûha yên gelên Kurd e. Mixabin em îro şehadeta 6 şervanên xwe yên din radigihînin.
YPG’ê wiha anî ziman: “Di 5’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşek berfireh biribûn li ser gundên Kurdîsan, Qediriyê û Şemseddîn yên giredayî Kobanê. Hêzên me li wê qadê bi awayekî tund bersiv dan êrîşê çeteyan û êrîşên wan val derxistin, di şerê li vir de 6 şervanên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku em heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.”
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Adar Ararat
Nav û paşnav: Zozan Hacîdo
Navê Dayikê: Nurî
Navê Bav: Elî
Cihê jidayibûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Qadiriye / 05-11-2016
***
Nasnav: Casim Kuwaî
Nav û paşnav: Ebû Mihemed
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayibûnê: Qarduşan
Cih û Dîroka Şehadetê: Qadiriye / 05-11-2016
***
Nasnav: Dogan
Nav û paşnav: Xalid Ellawî
Navê Dayikê: Xewla
Navê Bav: Cûma
Cihê jidayibûnê: Elewezzor
Cih û Dîroka Şehadetê: Qadiriye / 05-11-2016
***
Nasnav: Egîd
Nav û paşnav: Mihemed Nizar Şerîf
Navê Dayikê: Yazê
Navê Bav: Settam
Cihê jidayibûnê: Ewweç
Cih û Dîroka Şehadetê: Qadiriye / 05-11-2016
***
Nasnav: Erdal
Nav û paşnav: Ebdilkerîm Casim
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cihê jidayibûnê: Ewweç
Cih û Dîroka Şehadetê: Qadiriye / 05-11-2016
***
Nasnav: Welat
Nav û paşnav: Mistefa Dibo
Navê Dayikê: Yazê
Navê Bav: Bozan
Cihê jidayibûnê: Ewwaç
Cih û Dîroka Şehadetê: Qadiriye / 05-11-2016