Polîsan gef li rojnamevan Olmez xwarin

Nîmet Olmez dema ku li pey nûçeyan bû hate binçavkirin û di bin çav de polîsan gef lê xwarin.

Nîmet Olmaz dema ku li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li pey nûçeyan bû hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Olmez ji hêla Dozgeriya Elezîzê ve hate binçavkirin, li wesayita zirxî siwar kirin û ji saetekê zêdetir hiştin.

Olmez diyar kir ku wê ji polîsan  re gotiye ew nûçegihan e lê polîsan gotiye, "Em bi kibarî nêzîkî te dibin. Ku em bixwazin em nahêlin tu ji vê wesayitekê dakevî. Hişe xwe bide serê xwe û biçe. Hûn hezar rojnameyê vekin jî em ê bigirin. Hûn hezar televîzyonî jî vekin em ê bigirin. Ji niha û şûn de em ê pir hev bibînin" û bi vî awayî gef lê xwarine.

Olmez di heman demê de got polîsan bi gotina "tu jineke bedewî, biçe li mala xwe rûnê" ew tacîz kirine. Olmez demekê di wesayitê de hatiye gerandin û piştre ew birine Midûrîyeta Şûbeya TEM’ê, parêzer ji bo ku agahiyê bistîne geriya ye lê Midûriyetê înkar kiriye ku Olmez birine. Piştî demekê ew şandine Edliyeya Wanê û ji hêla Dadgeha Cezayê Eslî yê 2. ê Wanê ve serbest hatiye berdan.