Li Şirnex, Colemêrg û Hatayê 16 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li Şirnex, Colemêrg û Hatayê herî kêm 16 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

COLEMÊRG

"Roja 7'ê Mijdarê saet di 12:00 de, hêzên me li nêzî gundê Ertûşê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî 30 leşkerên rê çêdikirin çalakiyek pêk anîn. Bi çeka RPG-7 li van leşkeran hat xistin û di encamê de 10 leşker hatin kuştin. Hêzên me her wiha bi çekên giran li maşînên kar jî xistin û kepçeyek li vir îmha bû.

7'ê Mijdarê saetdi 14:30 de, bi hawanan li leşkerên li girê Koordîne hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin, 2 leşker hatin kuştin.

ŞIRNEX

Hêzên me heman rojê saet di 10:30 de bi çekên giran û ferdî li tabûra Girê Cotyar a li Şirnexê xistin. Li vê derê derbên xurt li çeperan hate xistin û leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndar hatin rakirin. Artêşa TC her wiha heta danê nîvro obus û hawan avêt herêmê.

MÛŞ

3'ê Mijdarê, artêşa TC li derdora girê Kozmê û gundên Zengok û Kabus ên Mûşê derket operasyonê. Heman rojê saet di 22:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra li vê herêmê dan; helîkopterên bi tîpa Skorsky jî leşker danîn ser girên Şehîd Axîn û Serê Spî. Operasyon roja 6'ê Mijdarê qediya; yekîneyên veşartî li herêmê hatine bicihkirin.

BEDLÎS

6'ê Mijdarê li nêzî gundê Xelepur ê li herêma Nizarê Azê ya li navçeya Xîzan a Bedlîsê, komek ji gerîlayên me ku bi erka xwe radibû, li leşkerên Tirk rast hat û li vir şer derket. Şer heta danê sibehê dewam kir û piştî hatina yekîneyên taybet ji nû ve dijwar bû. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelakirin. Di vî şerî de hevalê me Serhat jiyana xwe ji dest da.

DERSÎM

Roja 3'ê Mijdarê saet di 13:15'an de, li qada Lamec a navçeya Pîlemûrî ya navçeya Dersîmê, atrêşa Tirk dest bi operasyonê kir. Balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra tevahiya rojê bombe li herêmê barandin. Ji bejahî ve jî herêm bi hawanan hat bombekirin. Di sibeha 4'ê Mijdarê de yekîneyên nû yên leşkerî li herêmê hatin danîn û li vê derê di navbera yekîneyên dagirkeran û gerîlayên me de şer qewimî. Di dema şer de bomberdûmaneke giran hate kirin. Di vî şerî de 5 gerîlayên me yên bi fermandariya hevalê Îsa şehîd bûn û têkilî bi 4 hevalên me re qut bû.

Agahiyên li ser hevalên me yên şehîd bûne wê piştre werin eşkerekirin.

HATAY

Roja 30'ê Cotmehê, li bajarokê Denîzcîler ê Hatayê, tîmeke me li dijî şîrketa Demîr-Çelîk a dewletê çalakiyek pêk anî. Di encamê de 3 kepçe û qemyonek hatin rûxandin.

5'ê Mijdarê li vê herêmê liv û tevgerek zêde ya eşkerî rû da û saet di 11:00 de di anvbera tîma me û leşkeran de şer qewimî. Di vî şerî de 3 leşker hatin kuştin. Tîma me bi rengekî serketî li wargehên xwe vegeriya.

ZAP

Roja 7'ê Mijdarê saet di 11:40 de, balafirên şer bombe li Qela Kurojaro ya li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:

Nasnav: Serhat Farqîn
Nav paşnav: Îhsan Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Edîbe-Mehmet Şakîr
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Mijdara 2016 / Bedlîs