Reqayî: Em ê êdî karibin bi rengekî azad bijîn

Şêniyên Reqayê yên ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê de hatine rizgarkirin, ji ANF'ê re qala pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê kirin.

Reqayiyên axa wan ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bû, dan xuyakirin ku ew ji ber pêngava şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gelekî kêfxweş in.

Gundiyên Reqayê diyar kirin, çeteyên DAIŞ'ê ew weke mertalên zindî bi kar anîne û bi vê rêyê ji gund reviyan e. Gundiyên Reqayê da zanîn, ku ji sala 2014'an û vir ve zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gel, her dewam kiriye.

Gundiyan gotin, çeteyên DAIŞ'ê piştî ku herêm dagir kirin, qanûnên xwe yên qaşo Îslamî ne, bi zext, zordarî û îşkenceyê li ser gel ferz kirine.

Gundiyên Reqayê ragihandin, ku kiryarên taybet ên çeteyan li dijî jinan dihatin kirin û anîn ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didan zarokên keç ên navbera 9-16 salî bi zorê bi encamên xwe yên çete bidin zewicandin, beşek jê dan zewicandin û birin navenda Reqayê.

Şêniyên Reqayê ragihandin, piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê dibistanên li gundên wan hatine girtin, çeteyan dersên qaşo şerîat û cîhadê dan zarokan û ji bo zarokan di çalakiyan de bi kar bînin, ew bi vî rengî perwerde kirin.

Gundiyan dan xuyakirin, ku çeteyan her tiştên wan talankirine, lewam pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û gotin, şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gelekî alî wan kirine.

Gundiyan, ji ber rizgarkirina gundên wan spasiya şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê kirin û gotin, ew êdî dikarin bi rengekî azad li ser axa xwe bijîn.

...