Hay ji rojnamevan Olmez nîne
Rojnamevan Nîmet Olmez ku dema li Wanê li pey nûçeyê bû ji aliyê polîsên Tirk ve li wesayîta polîsan hat siwarkirin û binçavkirin, agahî jê nayê girtin.
Rojnamevan Nîmet Olmez ku dema li Wanê li pey nûçeyê bû ji aliyê polîsên Tirk ve li wesayîta polîsan hat siwarkirin û binçavkirin, agahî jê nayê girtin.
Rojnamevan Nîmet Olmez, dema li taxa Suphan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê nûçe dişopand, jia liyê polîsan ve hate binçavkirin, lê nayê zanîn ew birine ku derê. Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê û midûriyeta emniyetê ya navçeya Rêya Armûşê îdîa kirin ku Olmez nanîne şûbeyên wan.
Olmez, bi îdîaya ku der heqê wê de biryara girtinê heye, hatibû binçavkirin.